Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin 2022-05-02 15:33:59   STENBOL - HDP û ANYAKAY-DER bi wesîleya Cejna Remezanê çûn serdana gorên kesên di têkoşûna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirinê ya Anataloliyayê (ANYAKAY-DER) bi wesîleya Cejna Remezanê çûn serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Di serdana li Goristana Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê de Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol axivî û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.    Îlknûr Bîrol diyar kir ku dê kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ji bîr nekin û dê têkoşîna wan a azadî û aştiyê bidomînin. Ji ANYAKAY-DER’ê Ayhan Yildiz jî destnîşan kir ku dê baweriya kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi ser keve û wiha got: “Hûn ronahî û stêrkên pêşeroja me ne. Em ê we tu carî ji bîr nekin û bejna xwe li hemberî we bi rêzdarî ditewînin. Di wê baweriyê de me ku em ê cejna gelê kurd bi cejna azadiyê pîroz bikin.”