Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye 2022-05-02 15:42:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Heso Îbrahîm diyar kir ku dê li hemberî her êrişeke li dijî Şengalê li ber xwe bidin û wiha bang kir: “Bang li civaka êzdî û gelê kurd dikim û dibêjim ku ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye.”   Artêşa Iraqê ji duh ve li dijî bajarokên Dugur û Sinûnê yên Şengalê êrişeke dijwar pêk tîne. Di êrişê de çekên giran tên bikaranîn û artêşa Iraqê hewl dide bikeve navenda Şengalê. Li dijî vê êrişê jî hêzên YBŞ/YJŞ û Asayîşa Êzidxane jî berxwedaneke mezin raber dikin. Cîgirê Hevserokên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm têkildarî êrişa artêşa Iraqê ya li ser navçe û bajarokên Şengalê ji Çira TV’yê re axivî û banga seferberiyê kir.    Heso Îbrahîm destnîşan kir ku ji bilî berxwedan li pêşiya wan tu rêyeke din nîne û wiha got: “Em dijminên dewleta Iraqê nînin. Me li dijî hêza wan jî tu hêz ava nekirine. Lê heke hikûmeta Kazimî bixwaze planên DAIŞ'ê pêk bîne, wê demê dê bersiva xwe jî wergire. Jixwe bersiva pêwîst jî tê dayîn. Li Şengalê ji bilî berxwedanê tu rêyeke din li ber me nîne.”    BANGA SEFERBERIYÊ   Îbrahîm, bi domdarî diyar kir ku çawa ku wan di sala 2014'an de li dijî DAIŞ'ê li ber xwe dan dê bi heman rengî li dijî dewleta tirk jî li ber xwe bidin û wiha banga li raya giştî ya kurd û êzdî kir: “Kî êrişî me bike bila bike, em ê li ber xwe bidin. Bila kesek li benda teslîmbûna xelkê Şengalê nebe. Weke Rêveberiya Xweser em bang li miletê xwe dikin. Bi taybetî jî bang me li miletê êzdî ye û em dibêjin ku dem dema berxwedanê ye, dem dema seferberiyê ye. Em naxwazin şer çêbibe lê kî bi ser Şengalê ve were jî em ê li ber xwe bidin.”