Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin 2022-05-02 16:23:14   AMED - Înfaza girtiyê bi navê Metîn Guven ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Yozgatê tê ragirtin û ev 30 sal in di girtîgehê de ye, bi sedema ku “poşmantî” qebûl nekiriye hate şewitandin.    Girtiyê bi navê Metîn Guven di sala 1992’yan de li navçeya Farqîn a Amedê hate girtin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) cezayê muebbeta giran lê birî. Guven ku niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Yozgarê tê ragirtin, ev 30 sal bûn di girtîgehê de ye û cezayê wî xelas bûbû. Lê belê rêveberiya girtîgehê zexta “poşmantiyê” li Guven kirin û piştî ku Guven ev zext red kirî jî înfaza wî hate şewitandin.    Guven, têkildarî mijarê duh li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û ev agahî dan: “Min zexta poşmantiyhê qebûl nekir. Lewma jî nehatim berdan. Înfaza min ji bo 3 mehan paşve dan.”    Hat zanîn ku Guven dê li hemberî vê biryarê serî li Dadgeriya Înfazê bide.