Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e 2022-05-03 09:06:38   RIHA - Parêzer Cemo Tuysuz ku bi muwekîlê xwe Salih Mevalî re ji bo îfade dayînê çûbû qereqolê, bertek nîşanî rengê servîskirina îfadedayîna muwekîlê xwe ku weke "bi operasyoneke hevpar hate girtin" ji çapemeniyê re hatibû servîskirin da û got ku pêkanîna hatiye kirin sûc e û muwekîlê wî hedef hatiye nîşandan.   Nivîskar û Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salih Mevalî ku li taxa Batikent a navçeya Eyyûbîye ya Rihayê dijî, ji bo îfade dayînê ji aliyê polisan ve ji bo Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Rihayê hatibû vexwendin. Di 21'ê nîsanê de dema ku Mevalî ji bo îfade dayînê çûbû fermandariyê, bi hinceta lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Balîkesîrê ve hatibû destpêkirin hatibû binçavkirin. Mevalî piştî kontrola wî ya tenduristiyê hatibû kirin sewqî Edliyeyê Rihayê hatibû kirin. Piştî îfadeyê xwe yê li dozgeriyê Mevalî hatibû berdan.    Dema ku Mevalî li edliyeyê li benda kirariyên îfade dayînê bû, cendirmeyan bi wêneyê wî yê ku li pêşiya edliyeyê kişandibûn ji çapameniya alîgir re weke ku mevalî bi operasyonekê hatine binçavkirin servîs kiribûn. Rexmî ku Mevalî bi parêzerê xwe re çûbû îfadeyê jî yekîneyên cendirmeyan, angaşt kiribûn ku Mevalî bi operasyoneke hevpar a TEM'a Cendirmeyan û Tîma Lêkolînên Sûc a Cendirmeyan (JASAT) hatiye binçavkirin. Her wiha rexmî ku li navçeya Eyyûbiyeyê niştecih e jî gotibûn ku Mevalî li mala xwe ya li navçeya Karakopruyê hatiye binçavkirin.    Parêzerê Mevalî Cemo Tuysuz, armanc û "lîstika operasyonê" ya cendirmeyan vegot.    'EM LI BER DERÎ PÊŞWAZÎ KIRIN'   Parêzer Tuysuz, diyar kir ku dema ku muwekîlê wî ji bo îfadeyê hatiye xwendin derbarê wî de biryara binçavkirinê tunebûye û wiha qala çûna xwe ya qereqola cendirmeyan kir: "Em li ber derî pêşwazî kirin. Em matmayî man. Cara yekemîne em bi nêzikatiyeke wiha re rû bi rû man. Piştre dema me li nûçe û wêneyê ku ji çapameniyê re hatiye şandin nihêrtî, piştperdeya meseleyê derket holê. Ez bi saziyên çapameniyê yên nûçe weşandin re ketim têkiliyê û gotin ku cendirmeyan ji wan re nûçe şandine."   'ARMANC BEROVAJÎKIRINA ROJEVÊ YE'   Tuysuz, da zanîn ku saziyên çapameniyê yên agahiya cendirmeyan kirine nûçe çapameniya alîgir û wiha got: "Muwekîlê min bixwe çû îfadeyê. Heta girteke ku bi parêzerê xwe re hatiye jî girtin. Lê piştre binçav kirin. Ev nûçe û nûçeyên mîna vê di demên dawîn de gelek hatin çêkirin. Armanca çêkirina nûçeyên bi rengî berovakîkirina rojevê ye. Bi gotinên 'me girt, reviya me hişk girt' hewl didin berê rojevê bidin cihekî din. Bi van operasyonan navên kesên derbas dibe jî dikin hedef. Di nûçeyê de tê gotin ku bi şertê kontrola edlî hatiye berdan. Lê tiştek wiha tuneye. Dozger du pirsan jê kir. Bi hinceta ku ji hevalekî xwe yê girtî re per şandiye hatiye îfadeya wî hat girtin. Piştre hat berdan.   GILIYA BERPIRSAYARAN KIRINE   Di berdewamê de Tuysuz, da zanîn ku ji ber "nûçeyên derew" ên derbarê muwekîlên xwe de giliya kesên berpirsyar kiriye û ev tişt anîn ziman: "Di demên dawîn de tiştên ku nebûbûn jî weke bûbûn ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên servîskirin. Bi awayejî projeyî ev tên servîskirin. Em difikirin ku ev ji bo bandorkirina atmosfera siyasî ya rojeva welat e." Tuysuz, ji bo angaştên ku hêzên ewlejiyê di berdila operasyonên ku dikin de pere digirin de jî ev tişt gotin: "Heke rewşeke ji bo girtina prîmê be ev rewşeke xapandina merciyên edlî ye. Ewraqên ku hatine amadekirin jî wê ne li rê bin û sexte bin. Heke ev rewşeke bi girtekên sextê yên operasyon, xelat, terfîkirina rutbeyê be ev ne hiqûqî ye."   MA / Emrûllah Acar