‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’ 2022-05-03 11:15:05   NAVENDA NÛÇEYAN - KOMAW’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa Iraqê, Tirkiye û PDK bi êrişeke hevpar dixwazin karê ku DAIŞ’ê nîvcomayî temam bikin û ev bang kir: “Banga me ji tevahiya welaatparêzên kurd ew e ku xwedî li Şengalê derkevin û li kêleka wan cih bigirin.”    Bertek û nerazîbûnên li dijî êrişa dagirkeriyê ya artêşa Iraqê ya li ser Şengalê her ku diçe zêdetir dibin. Têkildarî mijarê Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê (KOMAW) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bertek nîşanî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Iraqê da.    KOMAW’ê diyar kir ku civaka êzdî bi 74 caran rastî qirkirinan hatiye û wiha got: “Lê dîsa jî civaka êzdî têk neçû. Di êrişên qirkirinê yên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de YPG û HPG bi hawara gelê me yê Şengalê çû û êzdî ji qirkirinê rizgar kirin. Bi ser rizgarkirina Şengalê re 8 sal derbas bûn. Civaka êzdî ji perwerde heta aboriyê xwe ji gelek aliyan ve birêxistin kir û pergala xwe ya xweseriya demokratîk ava kir.”   BANG LI GELÊ KURD Û CÎHANÊ KIRIN   Bi domdarî KOMAW’ê destnîşan kir ku rêveberiyên dewletên dagirker û paşverû yên li herêmê, jiyana civakî ya hevpar, aştiyane, demokratîk û azad a gelê êzdî ranagirin û ev tişt parve kirin: “Kazimî, Erdogan û hevkarê wan PDK serkêşiyê van hêzên paşverû dikin. Ji bo temamkirina karê nîvcomayî yê DAIŞ’ê, van hêzan di şeva 1’ê gulanê de bi rengekî komî dest bi êrişê kirin. Di şexsê civaka êzdî de êrişî tevgeriya azadiyê ya gelê Kurdistanê û destkeftiyên wan tê kirin. Em bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz dikin ku li gel gelê me yê êzdî cih bigirin û bi her awayî piştgiriyê bidin. Banga me ji bo saziyên mirovî yên cîhanê ew e ku li dijî van êrişan bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin têkoşîna mafdar a gelê Kurdistanê û xwedî li mafê jiyana azad a gelê kurd derkevin.”