120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê 2022-05-03 11:24:39   ŞIRNEX - Hat zanîn ku 120 cerdevanên ji bajaroka Dêrgûlê ji bo ku di êrîşan de bên bikaranî bi navê çawişên pispor şandin herêma Metînayê.    Desthilatdariya AKP-MHP’ê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êriş da destpêkirin. Bi destpêkirina êrişê re li herêmên navborî şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di êrişan de hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê jî tên bikaranîn. Piştî ku Tirkiyeyê nekarî di êrişê de pêk bikeve, niha jî cerdevanan dişîne herêmên şer. Cerdevanên bajarokê Dêrgulê ya Şirnexê beriya niha jî di gelek êrişan de hatin bikaranîn. Hat zanîn ku sercerdevan Nacî Demîr ku birayê seroka şaredariya AKP’î Nîmet Demîr e, zext li cerdevanan kir ku beşdarî êrişan bibin û li ser vê yekê jî gelek cerdevan ber bi herêma Metînayê ve hatin şandin.    Hat zanîn ku 120 cerdevan ji bo ku di êrişan de bên bikaranî, bi sîfetê çawişên pispor ber bi herêma Metînayê ve hatine şandin. Li gel sercerdevan Demîr, cerdevanên bi navên Omer Gungor (Emerê Ûnis) û Abdullah Şîmşek (Evdiyê Şahînê Reşo) fermandariya van tîmên cerdevanan dikin.