Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn 2022-05-03 12:49:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî ya Iraqê Emar Hekîm bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan û xwest ku Tirkiye êdî sînorên Iraqê derbas neke. Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq, Qeys El Xezalî jî got ku êrişên Tirkiyeyê bi daxuyaniyan nayên sekinandin û li dijî êrişên Tirkiyeyê banga lihevkirina siyasî kir.    Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişê kir. Bertekên li dijî êrişa Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî ya Iraqê Emar Hekîm û Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq, Qeys El Xezalî bi daxuyaniyên cuda bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan.    Emar Hekîm di peyama xwe ya roja ewil a Cejna Remezanê de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û wiha got: “Tirkiye bi êrişên xwe serweriya welatê me binpê dike. Daxwaza min ji hikûmeta Iraqê ew e ku nehêle Tirkiye serweriya xaka me binpê bike. Em rewşê dişopînin. Divê di zûtirin dem de dawî li van binpêkirina sînoran a Tirkiyeyê bê anîn.”    LI DIJÎ ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ BANGA YEKITIYÊ KIR   Têkildarî mijarê Ofîsa Çapemeniya Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El Xezalî jî daxuyaniyek da. Qeys El Xezalî di daxuyaniya xwe de li dijî êrişan banga yekitiyê kir û ev tişt anî ziman: “Liv û tevgera dewleta tirk a hem ji bejahî û hem jî hewayî ya li ser xaka me zêde bûye. Ev tevger û xebatên wê bi daxuyaniyan bi dawî nabin. Divê hêzên siyasî yên Iraqê li dijî van êrişên dewleta tirk li hev bikin. Du pirsgirêkên esasî yên Iraqê hene. Yek ji van êrişên dewleta tirk û yan din jî krîza avhewayê ye. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan jî em banga yekitiyê dikin.”