HRE: Li Efrînê 14 çete hatin kuştin 2022-05-03 15:11:26     NAVENDA NÛÇEYAN - HRE’yê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li Efrîn û Şehbayê rêzeçalakî li dar xistine û di encama çalakiyan de 14 endamên komên girêdayî Tirkiyeyê hatine kuştin.    Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî rêzeçalakiyên hêzên wan ên li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û kantona Şehbayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.    HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di 23’yê nîsanê de li gundê Cilbir ê Şêrawayê û li gundê Malikiye yê Şerayê çalakî li dar xistin û di çalakiyan de 2 endamên komên girêdayî Tirkiyeyê hatine kuştin û wesayîtek jî hatiye rûxandin. HRE’yê got ku hêzên wan di 24’ê nîsanê de jî li dijî baregeheke komên dagirker ên li Bendava Şehbayê û gundê Samûqayê çalakî li dar xistin û di encama van çalakiyan de 5 jê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.    Herî dawî jî HRE’yê ev agahî dan: “Hêzên me di 30’ê nîsanê de li gundê Kîmarê bi ser baregeheke artêşa tirk de girt. Di çalakiyê de 7 dagirker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Hejmara birîndaran nehat zelalkirin. Di vê çalakiyê de baregeh û çeperên dagirkeran hatin rûxandin. Her wiha 2 çekên AK-47 û hinek alavên teknîkî jî hatin desteserkirin.”