Nobeta Jiyanê: Werin em dawî li şer bînin 2022-05-03 19:29:21   ŞIRNEX - Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, di nobeta jiyanê de bang kir û ev tişt got: "Banga me ji hemû sazî û dezgehan re ev e; werin em dawî li şer û mirinan bînin.”       Tirkiyeyê, di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê, ji hewayî û bejahiyê ve êrişeke mezin da destpêkirin. Li dijî vî şerê ku hatiye destpêkirin, rêxistinên HDP'ê yên navçe û navenda Şirnexê roja cejnê “Li dijî şer nobeta jiyanê” dan destpêkirin. Nobeta ku duh li navend û hemû navçeyên Şirnexê hat girtin, îro tenê li navenda Şirnexê li avahiya HDP'ê ya Bajar bi awayekî girseyî hat girtin.    Parlementerên HDP’ê yê bajêr Nûran Îmîr, Hasan Ozgûneş, Hûseyîn Kaçmaz, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, rêxistinên HDP’ê yên navçeyan û navenda Şirnexê, aktivîstên TJA’yê, hevşaredarên Silopyayê, Cizîr û Hezexê, nûnerên KESK'ê yên bajar û gelek welatî tev li nobetê bûn. Di nobetê de pankarta ku gotina Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ku di jêrzemînên Cizîrê de hatibû kuştin "Me li ber xwe da û çok nedanî bi me serbilind bin" , "Tecrît sucê mirovahiyê ye" , "Em HDP’yî ne ber bi serkeftinê ve dimeşin" û " Em HDP’yî ne li her derê ne" hatin daliqandin.   'SEDSALA SERKEFTINÊ'    Çalakiya nobetê, bi klamên dayikan dest pê kir û bi dirûşmeyên “Berxwedan jiyane” berdewam kir. Di çalakiyê de welatiyan pêvajo nirxand û daxwaz kirin ku şerê hatiye destpêkirin bi dawî bibe û banga bidawîkirina îxanetê li PDK'ê kirin. Nobet heta saet 17.00'an berdewam kir. Berî ku nobet bi dawî bibe HDP’iyan li ber avahiya HDP’ê ya Bajar daxuyanî dan.    Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdûllah Gûngen axivî. Gûngen, diyar kir ku li dijî şerê navxweyî pêwistî bi tifaqiyê heye û wiha got:” Îro roj roja tifaqa gelê kurd e. Heger li Rojhilata Navîn yêkitiya gelan neyê avakirin wê jiyaneke nû neyê avakirin. Heger ku yêkitiya me tunebe wê azadî jî nebe. Em hêvî dikin ku sedsala 21’emîn bibe sedsala serkeftina gelê kurd. Divê em li dijî şer bibin yek.”   ‘WERIN EM AŞTIYÊ PÊK BÎNIN'   Piştre Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî. Ozgûneş jî anî ziman ku şerê heyî zirarê dide deskeftiyên gelê kurd û wiha got:” Keremkin werin li şûna şer aştiyê pêk bînin. Şûna ku li ser sînoran şer bikin, bila mîna Ewropayê vekin. Dewlemendiyên Rojhilata Navîn bixin xîzmeta gelan. Em li dijî şer û mirinê ne. Li hemberî her cûreyê şer û pevçûnan em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Banga me li hemû sazî û dezgehan re ev; Werin em dawî li şer û mirinan bînin. Werin em bibin leşkerên aştiyê. Werin em bi hev li dijî şer bisekinin. An em ê bi ser bikevin an em ê bi serbikevin.”   ‘WÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN’   Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr jî destnîşan kir ku ew ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt gotin: "Bi salan e bedelên mezin li ser axa me tên dayîn. Weke gelê Botanê em li dijî vî şerî li ber xwe didin. Em wek partî û wek gel li dijî şer in. Têkoşîna me ya li dijî şer wê bidome. Ji bo parastina jiyanê em ê bi çalakiyên cuda nobeta jiyanê bidomînin."   Nobet bi dirûşmeyên "Jin şer naxwazin" bi dawî bû.