Li Amedê wesayîtek hat gulebarankirin: Dayikek û keça xwe jiyana xwe ji dest dan 2022-05-04 00:51:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Rezan, di encama gulebarankirina wesayîtekê de dayik û keça xwe jiyana xwe ji dest dan.     Li gundê Şêxbeko yê navçeya Rezan a Amedê, wesayîtek ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan ne diyar ve hat gulebarankirin. Di encama gulebarankirinê de jinek û keça xwe di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan.    KEYAYÊ GUND AGAHÎ DAN   Keyayê gundê Şêxbeko Gursel Çadirci, derbarê bûyerê de ev agahî dan ajansa me: "Bûyer piştî nimêja eşayê pêk hat. Kesa ku jiyana xwe ji dest daye navê wê Garîbe Dag e. Ji gundê Heşteqê ye. Navê keça wê nizanim. Em jî nizanin ji ber çi bûyer qewimiye. Êrişkar jî hê ne diyar in. Fermandar û leşker niha li cihê bûyerên e nikarim zêde agahî bidim."