5 sal in doza azadiya Ocalan dike 2022-05-04 09:04:38 STENBOL - Zulfu Bîngol ku ku 5 sal in doza azadiya Ocalan dike ev tişt got: "Dema ku Rêberê me azad bibe, wê gelê kurd jî azad bibe. Wê pêşeroja me azad bibe. Em ji vê bawer dikin."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîdê de tê girtin. Destûr nayê dayîn ku parêzer û malbata Ocalan pê re hevdîtin bikin. Rexmî hemû hewldanan jî ji salekê zêdetir e agahî ji Ocalan nayê girtin. Ew rewş dibe sedem ku fikarên derbarê Îmraliyê de zêdetir bibin. Li dijî vê rewşê ji bo azadiya Ocalan di asta neteweyî û navneteweyî de kampanya tên meşandin. Heta niha ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî gelek çalakî hatine lidarxistin.    KE, PE Û DMME   Yek ji van çalakiyan jî çalakiya "Nobeta Azadiyê" ya ji 25'ê hezîrana 2012'an ve li bajarê Strastbûrgê yê Fransayê ji bo azadiya Ocalan tê girtine. 10 sal in çalakî bênavber her roj tê lidarxistin. Hedefa bingehîn a çalakiyê pêkanîna azadiya Ocalan e. Nobet li ber Konseya Ewropayê (KE), Parlamentoya Ewropayê (PE) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) tê girtin. Ji ber ku berpirsyariya van saziyan a ji bo azadiya Ocalan bi bîr dixe û dixwaze ku bikevin tevgerê lidarxistina çalakiyê ya li vir girîng e.    FIKRÊN OCALAN BERBELAV DIBIN   Çalakger, bi çalakiyê re belavokên ku fikr û nêrînên Ocalan di wan nivîsandîne jî li mirovan belav dikin. Çalakiya ku berbelavkirina nêrinên Ocalan hedef dike, fikr û azadiya Ocalan jî dike rojeva raya giştî ya dinyayê.    'HEKE OCALAN AZAD BIBE WÊ PEŞEROJA ME JÎ AZAD BIBE'   Zulfu Bîngol ku di koordînasyona çalakiyê de cih digire, 5 sal in bênavber tev li çalakiyê dibe. Bîngol, qala girîngiya azadiya Ocalan kir û wiha got: "Ji bo azadiya Rêberê xwe 10 sal in bênavber em li vir nobet digirin. Lewre em dizanin ku dema ku Rêberê me azad bibe wê gelê kurd jî azad bibe. Pêşeroja me jî azad bibe. Em ji vê bawer dikin. Bi nobeta ku digirin re belavokên ku fikrên Rêberê wan di wan de ne jî belav dikin. Em fikrên wî belav dikin. Ne tenê kurdên li Ewropayê tev li çalakiyê dibin. Ji welat û baweriyên cuda jî kes tev li nobetê dibin. Di vê wateyê de di heman demê de çalakî veguheriye çalakiyeke entarnasyonal. Ji beşên cuda herkes azadiya Rêberê me dixwaze."   'DIVÊ HERKES DENG DERBIXE'   Bîngol, xwest ku civaka kurd ji bo azadiya Ocalan bixebite û ev tişt got: "Em dagirkirina li Kurdsitanê ji nêz ve dişopînin. Êrişen li dijî Herêma Kurdistanê berdewama pêkanînên li Îmraliyê ne. Her kurdê xwedî rûmet divê li dijî vê êrişa dagirkirinê deng derbixe. Bila ji bîr nekin ku bêdengê mirov dibe xefletê û xeflet jî mirov dibe xiyanetê. Bi têkoşîna ku gel bide wê Ocalan azad bibe. Em ji gel bawer dikin. Em ji dewletê ne li benda tiştekî ne. Lê em ji gelê xwe bi hêvî ne. Ji bo azadiya Rêberê me divê herkes bikeve hewldanê. Hedefa me azadiya Rêberê me, pêkanîna aştiyê û azadiya gelê kurd e."   MA/ Dîren Yûrtsever