Pêşmergeyê berê: Xeyala Erdogan ew e ku xwe bigihîne sînorên Osmanî 2022-05-04 09:44:34   ŞIRNEX - Pêşmergeyek dildar ê berê diyar kir ku xeyala Erdogan tenê ew e ku xwe bigihîne sînorê Osmanî û got: “Armanca wan sereke ku ew e ku axa Başûrê Kurdistanê dagir bikin.”    Tirkiye bi hevkartiya PDK’ê êrişên li ser Herêmê Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi ser axa Başûrê Kurdistanê ve didomîne. Tirkiye li ser herêmên di bin kongrola PDK’ê de ji hewayî û bejahiyê ve êrişan pêk tîne. PDK’ê hêzên xwe bi navê Gulan û Zerewanî jî daxilî şer kiriye. Pêşmergeyên ku naxwazin daxilî şer bibin bi fermana Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî ji wezîfeyê tên girtin.    RAPERÎNA BARZANÎ YA LI DIJÎ SADDAM    Pêşemergeyê berê ku nexwest ji ber rewşa ewlehiyê navê xwe bide diyar kir ew ji gundê Elemûna Qilebana Şirnexê ye û wî di navbera salên 1976 û 1980’î de pêşmergetiya dildarî kiriye û raperîna malbata Barzanî ya li dijî zilma Saddam da detpêkirin bi bîr xist û behsa zoriyên wê demê hatin serê kurdan kir. Pêşmergeyê berê anî ziman ku tevahiya kurdan li dijî zilma Saddam rabûn û wan jî xwest li dijî zilma Saddam beşdarî pêşmergeyan bibin û ew çar sal li dijî zilma Saddam şer kiriye.    ‘ARMANCA WAN SÎNORÊN OSMANÎ NE’    Pêşmergeyê berê diyar kir ku berxwedana kurdên Başûrê Kurdistanê bi Mele Mustafa Barzanî dest pê kiriye û wiha got: “Niha jî lawê wî û biraziyên wî rabûne û heyama wan dest pê kiriye. Ev bi Erdogan re radibin û rûdinên. Erdogan sozên cuda dide wan. Lê belê tenê xeyalek Erdogan heye ku xwe bigihîne sînorên Osmaniyan. Îro bi hêceta PKK’ê dikevin axa Başûr lê belê armanca wan sereke ew e ku ku axa Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Her roj çiyayên Başûrê Kuristanê dagir dikin. Piştî ku hemû çiyayan dagir kirin wê çaxê wê kî çi wan re bêje. Piştî çiyayan dê êrişî bajaran jî bikin. Heke PKK biqede jî wê Tirkiye carek din ji wê axê dernekeve. Çimkî armanca wan sereke ew e ku herêmê bixin bin kontrola xwe û girê bidin xwe.”    ‘DIVÊ KURD RABIN SER PÊYAN’    Pêşmergeyê berê anî ziman ku ji bo ku Başûrê Kurdistanê bigihîje statûyê li herêmê bi hezaran kes hene ku bibin pêşmergeyên dildar û wiha got: “Lê tevgerkirina malbata Barzanî ya ku îro bi Erdogan re dikin û piştevaniya ji bo şerê Tirkiyeyê xiyaneta li dijî Kurdistanê ye. Me got ji bo ku başûr bibe xwedî statû, me bi hezaran berê xwe da nav refên pêşemergeyan û em bi dildarî têkoşiyan û me şer kir. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê Barzanî îro bi destê xwe wê axê dide Tirkiyeyê. Hem jî bi Tirkiyeyê re li dijî kurdan şer dike. Divê îro tevahiya kurdan rabin ser pêyan. Pêwîste malbata Barzanî demildest dest ji vê xiyanetê berdin. Em bi ser bikevin jî û winda jî bikin em kurd ji hev nabin em xwişk û birayên hev in. Divê çar parçeyên Kurdistanê li dijî vê xiyanetê û dagirkeriyê rabe.”    MA / Omer Akin