Li Efrînê serpelek hate kuştin 2022-05-04 11:47:09   EFRÎN - Hate aşkerakirin ku li Efrînê serpel Talha Bahadir ê li ser nifûsa navçeya Çîftlîkkoy a Yalovayê qeyd kiriye hatiye kuştin.    Hate aşkerakirin ku li bajarê Efrînê yê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê serpelekê jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Parastina Tirkiyeyê ve hate dayîn de hate gotin ku li herêmê bi fuzeyan êrişî leşkeran hatiye kirin û serpel Talha Bahadir ê li ser nifûsa navçeya Çîftlîkkoy a Yalovayê qeyd kiriye hatiye kuştin.    HERÊM TÊ BOMBEKIRIN   Li aliyê din li gorî agahiyên ji herêmê tên, êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wan ên ser Efrînê berdewam dikin. Hate hînbûn ku duh bi şev gundên Qinêtra, Bênê û Soxanakê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bi sedan caran zêdetir hatine bombebarankirin. Hate diyarkirin ku gundên Eyn Deqnê, Meranaz, Bêlûmiye, Şewarxa, Keleha Şewarxa yên girêdayî navçeya Til Rifet, gundên Dêr Cimêl, Ziyaretê û Aqîbê yên girêdayî navçeya Şêrawa û gundên Herbel û Semûq ên girêdayî Kantona Şehbayê tên bomberankirin.    Wekî din hate diyarkirin ku li ser kantonên Şehba û Efrînê liv û tevgera balafirên bêmirov heye.