Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Şeş meh in rayedar xemsar in 2022-05-04 14:30:51 AMED - Malbatên girtiyan diyar kirin ku Nobeda Edaletê ku dane destpêkirin şeş meh li pey xwe hişt û beretk nîşanî xemsariya rayedaran dan.  Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku li Amedê dabûn destpêkirin, li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) berdewam kir. HDP, TJA, MED-TUHAD FED, TUAY-DER, MEBYA-DER, MED-DER piştgirî dan malbatan. Malbatan li vir daxuyanî dan û daxwazên xwe anîn ziman.    'ŞEŞ MEH IN XEMSARÎ DIDOME’    Dayika girtiyê nexweş Nazîme Boltan diyar kir ku ev şeş meh in nobeda edaletê digirin û got: “Şeş meh in em nobedê digirin û li ber deriyê van saziyan in, lê ji tu rayedarî deng derneket. Em heqê zarokên xwe dixwazim. Ez ê biçûma pîrozbahiya kurê xwe lê dûr bû nikaribûm biçim. Kurê min rewşa wî giran û divê were tedawîkirin. Lê nayê kirin. Çi dibe bila bibe ez ê heqê kurê xwe biparêzim.”    DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN    Xwişka girtiyê nexweş Reşahat Ada jî wiha got: “Me edaletê xwest û em edaletê dixwazin lê edalet bicih nehat. Girtiyên me tedawî nakin. Ez çûm hevdîtina birayê xwe ber çavê wî reş û şîn bûbûn. Zextê li girtiyan dikin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî têbikoşin. Em cejna hemû girtiyan pîroz dikin. Berxwedan jiyan e.”    Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi daweî bû.