Şaredariyê şêniyên taxê mexdûr kirin 2022-05-05 09:03:08 MÊRSÎN - Şêniyên Taxa Çeşmelî ya navçeya Erdemliyê diyar kirin ku rêyên wan xerabe ne û lempeyên kuçeyan vênakevin û gotin, heya niha gelek caran serî li şaredariyê dane lê dîsa jî pirsgirêk nehatiye çareserkirin.  Şêniyên Taxa Çeşmelî ya navçeya Erdemlî ya Mêrsînê, giliyê şaredariya MHP'î kirin. Li Taxa Çeşmeliyê 11 meh berê ji bo xeta qenalîzasyonê rê hatine kolandin lê piştî karê qenalîzasyonê rê nehatine çêkirin. Ji xeynî vê ava qenalîzasyonê diherike peravê, lembeyên kuçeyan vênakevin. Şêniyên taxê bilêv kirin ku şaredarî guh li wan nake û xwe li bêdengiyê datîne.    Şêniyê Taxa Çeşmeliyê Îlhamî Guler anî ziman ku şêniyên vê taxê esas nayên girtin. Guler, bilêv kir ku ji ber tozê nikarin pace û deriyên xwe vekin û wiha got: "Ji ber van rêyên xerabe binê wesayîtên me hemû çûne. Me jî li gor derfetên xwe ax rijand van deran û me hewl da em sererast bikin. Bi salan e em bi van pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Em nikarin li perava Çeşmeliyê bimeşin. Heya nîvê şevê serxweş li van deran digerin. Hema tu bibêjî çi li vir çêdibe. Ji ber ronahî tune ne mirov ji tirsa nikarin ji malên xwe derkevin."    ‘XERA KIRIN Û ÇÛN'   Guler, da zanîn ku Îdareya Av û Qenalîzasyonan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê (MESKÎ) boriyên avê kişandine,  rê wisa hiştine û wiha domand: "Ev der cihekî xetere ye. Me gelek caran ji şaredariyê re got. Ne şaredariya mezin ne jî ên din kes bi vir re eleqedar nabe. Em tim gilî dikin, em ê bikin jî. Ger rê neyên çêkirin em ê çalakiyên mezin li dar bixin."    ‘JIN NAWÊRIN BI ŞEV DERKEVIN DERVE'   Ertûgrûl Yalaz jî anî ziman ku Şaredariya Erdemlî ya MHP'î naxebite û ava qenalîzasyonê ya taxê diherike peravê. Yalaz, destnîşan kir ku perav ji çopan xalî nabe û wiha pê de çû: "Ronahiyên kuçeyan xerabe ne, jin bi şev nikarin biçin marketê jî. Rê xera kirin lê çênakin. Em ji şaredariyê nerazî ne. Bila peywira xwe bi cî bînin."    ‘BILA WEXTA HILBIJARTINÊ DOZA RAYAN NEKIN'   Erhan Coşkûn jî diyar kir ku nêzî saleke bi vê meseleyê re rû bi rû ne û got, du wesayît nikarin di ber hev re biçin. Coşkûn, bilêv kir ku ereboka zarokan bi xwe jî xweşikî nikare di van kuçeyan de bê ajotin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mafê herî xwezayî yê gel ew e ku xizmeta wê bê kirin. Lewma bila siyatsetmedar tenê dema hilbijartinê neyên vira. Bila bên, bê gel di çi halî de ye. Heya Mezîtliyê xizmet heye lê ji wir pê ve tune ye. Ger ji bo çareserkirina vê prisgirêkê neyên, bila di dema hilbijartinê de jî neyên doza rayan nekin. Mirovên li vira mexdûr in."    ‘TURÎST NAYÊN'   Ji şêniyên taxê Serokê Odeya Hemû Emlakvanan a Mêrsînê Sînan Canpolat jî diyar kir ku turîstên ji Ewropayê tên êdî ji ber van pirsgirêkan kêm tên û xwest ev prisgirêk rojek berî rojekê bê çareserkirin.    Têkildarî mijarê me telefonî Şaredariya Erdemliyê kir. Rayedarên şaredariyê derpêş kirin ku haya wan ji vê meseleyê tune ye.    MA / Mûkadder Akyol