Hunermendên kurd dê li dijî êrişên Tirkiyeyê û PDK'ê çalakiyan li dar bixin 2022-05-05 09:05:17 STENBOL - Hunermendên kurd ku li dijî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê amadekariyên çalakiyan dikin û ji bo vê maseya krîzê çêkirine, bang li her kesî kirin ku li dijî van êrişan rabin.  Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Hunermendên endamên Tevgera Çand û Hunera Kurdî ya Ewropayê ku li bajarê Kolnê yê Almanyayê li hev kom bûn û bertek nîşanî êrişên Tirkiye û PDK'ê dan, ragihandin ku dê tevî gel li qadan bin.    Hunermend Denîz Deman, Hozan Comerd û Emekçî anîn ziman ku hunermendên kurd divê li dijî êrişan pêşengtiya gel bikin.    Hozan Comerd ku Tirkiyeyê wekî "dewleteke sunî û li ser zemîna xwe nerûniştî ya sedsalî" pênase kir, anî ziman ku sedema êrişên li ser kurdan û gelên din ev e. Comerd, destnîşan kir ku sedsal berê ermen hatine qetilkirin û êrişa niha li hemberî kurdan tê kirin dişibe vê komkujiyê.    SERÎHILDANA KURDAN   Comerd, bibîr xist ku kurd li Qoçgirî, Geliyê Zîlan û di dema Şêx Seîd de hatine qetilkirin û ev qirkirina piralî hê jî didome. Comerd, bilêv kir ku êrişên li hemberî kurdan tim didomin û nifşê 1968-78'an hay ji van êrişên li erdnîgariya kurdan çêbûne û ji ber vê darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê çêbûye. Comerd, destnîşan kir ku lê belê dîsa jî kurdan paş de gav neavêtiye û got: "Abdullah Ocalan, ciwanên kurd û ev gel ji bo dawî li van komkujiyan bê serî rakirin." Comerd, bal kişand ser pergala Tirkiyeyê û got Tirkiye ji sê hêlan pêk tê û wiha domand: "Hêleke wê Îttihat û Terakî ye, hêlekê wê kevneperest û hêleke wê jî kurd in. Piştî kurd di 7'ê Hezîranê de bi ser ketin ev her du hêlên din bûn yek. Tê gotin mesele tenê Erdogan e lê meseleya esas NATO û Gladio ne. Erdogan bes berdevkê wan e."    'KURD LI SERANSERÊ CÎHANÊ BI SER KETIN'   Bi domdarî Comerd destnîşan kir ku kurd 40 sal in di nava şerekî dijwar de ne û wiha pê de çû: "40 sal in ev bar li ser milê gerîla hatiye barkirin. Îro ro Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê tê naskirin. Li Ingilistan  û welatên din bi milyonan karker û kedkar û rewşenbîr fikrên Ocalan û pêşengtiya wî nas dikin. Çend roj berê çûm bernameyeke ciwanan. Li wir ji 23 welatan ciwan hebûn. Hemûyan jî ji min xweştir bi kurdî dizanibû. Hema bi vê mabe jî mirov dikare bibêje kurd li seranserê cîhanê bi ser ketine."    'GERÎLA BAŞÛR DIPARÊZE'   Di berdewamê de Comerd anî ziman ku cîhan di warê naskirina kurdan de amade ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dixwazî dewlet be dixwazî federasyon be, hazir e bi her awayî kurdan qebûl bike. Kapîtalîst, civakên sivîl û gel gemû wisa difikirin ku kurd dikarin xwe bi rê ve bibin. Kurd li Rojava li dijî DAIŞ'ê bi ser ketin. Cîhanê hemû ev yek dît. Ev berxwedan di tu efsane û çîrokan de tune ye. Gerîla niha çiyayên Kurdistanê û başûrê Kurdistanê diparêze."    'KURD DIVÊ BIBIN YEK'   Comerd, bal kişand ser referandûma serbixwebûnê ya Herêma Federal a Kurdistanê û wiha pê de çû: "Wê demê gerîla çû, bi canê xwe ew der parast. Tirkiyeyê jî qebûl nekir û leşker şandin ser sînor. PDK, bêbextiyê dike. Bawer im gelek pêşmerge li dijî vê dagirkeriyê ne. Naxwazin li hember gerîla şer bikin. Ne aqilê wan ne jî ruhê wan vî tiştî qebûl nake. Lê hin komên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin dixwazin li dijî gerîla şer bikin. Lewma li dijî vê kurd divê mil bidin mil hev du. Ger kurd bibin yek dê meseleya rojhilata Navîn jî çareser bibe."    Comerd, destnîşan kir ku hunermend divê bibin pêşengê gelê xwe û ev tişt anî ziman: "Hunermend û hozan her wext bûne pêşengên civakê. Hunermendên rewşenbîr dikarin li dijî vî şerî jî rola xwe bilîzin. Dewleta Tirkiyeyê decal e. Hunermendên kurd hemû divê xwedî helwest bin li dijî vê."   Hunermend Emekçî jî destnîşan kir ku Tirkiye hemû tiştê xwe xistiye vî şerî û hebûna xwe di vî şerî de dibîne. Emekçî anî ziman ku ew ne dijminên tirkan e û wiha derbirî: "Lê em ne tirk in jî. Gava ewilî hatin ma nan û av da wan. Lê niha jî bi nahpikan bi ser me de tên. Tu eleqeya vê û mirovatiyê bi hev re tune ye. Bila ji axa me biçin. Dixwazin kurdan qir bikin. Lê kurd qir nabin."    Emekçî, destnîşan kir ku di van êrişan de NATO, PDK û Tirkiye bi tevkarî hereket dikin û wiha got: "Barzanî û malbata wî ne kurd in. Bi kirinên xwe nekurdbûna xwe îlan kirin. Ger kurd bûna, ma dê dijminên kurdan bianiyana Kurdistanê? Ne mirovatî ne jî demokrasî vê yekê qebûl dike. Navê vê; faşîzm e."    'EM WAN BI TENÊ NAHÊLIN'   Emekçî, ji ber hevkariya bi Tirkiyeyê re PDK'ê wekî "dijmin" pênase kir û wiha berdewam kir: "Gerîla tu tiştî ji Barzanî naxwaze. Tenê dibêje 'dijminatiyê neke.' Heya em sax bin em ê li pişta gerîla bin. Gerîla zarokên me ne. Em wan bi tenê nahêlin."    DESTKEFTIYÊN KURDAN   Hunermend Denîz Deman jî diyar kir ku Tirkiye ji zû de ye bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike û li dijî gelê kurd plansaziya qirkirinê dike. Deman, bilêv kir ku Tirkiye bi van êrişên xwe dixwaze li Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe ava bike lê li hemberî vê armanca xwe Tevgera Azadiyê wekî astengiya herî mezin dibîne û wiha pê de çû: "Dixwaze wê tasfiye bike. Ji bo vê jî PDK'ê wekî amûrekê bi kar tîne. AKP, heya duh jî PDK'ê esas nedigirt lê niha li dijî Tevgera Azadiyê li dor heman armancê hereket dikin. PDK jî ji bo xanedaniya xwe PKK dijberê xwe dihesibîne. Ji ber vê destkeftiyên gelê kurd ber bi xetereyê ve dişîne. Ji ber vê deriyan li qirkeran vedike."    Deman, destnîşan kir ku hunermendên kurd vê êrişê wekî" dagirkeriyê" pênase dikin û li hemberî wê xwedî helwestek pir zelal in. Deman, got: "Cihgirtina partî û hêzên kurdan a li cem dijminê kurdan dê veguhere felaketeke mezin. Me bi daxuyaniyên xwe destnîşan kir ku dê destkeftiyên kurdan ên bi bedêlên giran bi dest ketine ber bi xetereyê ve biçin. Her wiha me ji bo yekîtiya neteweyî bang kir. Her wiha me li Başûr û Ewropayê hin çalakî li dar xistin û hevdîtin pêk anîn."    PLANA ÇALAKIYAN   Deman, anî ziman ku gelê kurd di pêvajoyeke awarte re derbas dibe û got, di vê heyamê de gelê kurd divê xwedî rol û risteke çalak be. Deman, diyar kir ku hunermendên kurd li hev kom bûne û maseyeke krîzê ava kirine û got: "Me plana çalakiyan çêkir. Hunermendî, muxalifbûn û wêrekbûn e. Ji bo pêşîgirtina li şer û komkujiyan, em ê bixebitin. Her wiha em ê hin dosyeyan ji partiyên siyasî û saziyên çapemeniyê re bişînin û em daxwaz bikin ku vê dagirkeriyê daxilî nava rojeva xwe bikin."    'DIVÊ BIBIN PÊŞENGÊ GELÊ XWE'   Deman ku got "Di vî şerê zêdetirî 40 salî de Hozan Mizgîn, Hozan Sefkan, Delîla û Hozan Serhad tim bûn pêşengên pêvajoyên bi vî rengî" bal kişand ser rola hunermendan a di qewimînên civakî de.    Deman, destnîşan kir ku hunermend divê bi helwesta xwe û gotinên xwe bibe pêşengê gelê xwe.    MA / Mehmet Aslan