Tevgera Azadî: Ya wê ev pergal hilweşe yan jî wê bi ser bikeve 2022-05-05 09:46:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah, anî ziman ku Başûrê Kurdistanê bûye navenda şerê Rojhilata Navîn û got: "Yan di vî şerî de ev pergal wê têk biçe yan jî wê bi ser bikeve. Ji ber wê ji bilî serkeftinê tu çareya me nîne."  Tirkiyeyê bi hevkartiya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) di 17'ê Nîsanê de ji hewayî û bêjahî ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser axa Başûrê Kurdistanê ve dest bi êrişan kir. Êrişên ku hatine destpêkirin di roja 18’emîn de berdewam dikin. Li herêmê di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şerên dijwar diqewimin. Şerê li dijî axa Başûrê Kuristanê dibe sedema bertek û hêrsên mezin. Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah derbarê şerê diqewime de ji ajansa me re axivî.    'ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ DIQEWIME'    Mihemed Abdullah, anî ziman ku Rojhalata Navîn a ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve tê birêvirin ber bi aloziyeke berfireh ve diçe û wiha axivî: "Gelê Rojhilata Navîn niha di aloziyeke gelek xeterê de ye. Yek ji sedemê vê aloziya civakî, siyasî û çandî jî hêzên desthilatdara heyî ne. Pergalên heyî yê ku hebûna xwe ji şer, teror û tundiyê digire serî li şereke navxweyî dide. Di qonaxa niha de pêvajoyeke şer heye ku îro em dikarin jê re bibêjin şerê Cîhanê yê 3'emîn.  Ev şer bi xwe re xizanî, bêkarî û wêrankirina xwezayê tîne. Û xuya ku ev şer dê bibe sedema felaketên mezintirîn. Niha gelên Rojhilata Navîn hatine asteke ku nikarin van aloziyan û karesatan tehemûl bikin. Mirovahî niha ji bo ku ji vê aloziyê rizgar bibe têdikoşe. Lê gelên ku ji bo guhertina vê pergala desthilatdar têdikoşin bûne hedefa hêzên komploger."   'BÛYE NAVENDA ŞER'    Abdullah, bi lêv kir ku ev şer wê dawiya pergala desthilatdar a Rojhilata Navîn bîne û wiha berdewam kir: “Ev rewşa aloz a li Rojhilata Navîn, encama aloziya ku ji aliyê pergala desthilatdariyê ve hatiye çêkirin e. Ji ber ku netewên Rojhilata Navîn parçeyekî organîk û ji hev nayê veqetandin a ji vê pergalê ye. Cîhan bi cewhera xwe ya jeopolîtîk û jeostratejîk û dewlemendiya xwe ya çandî di warê çavkaniyên enerjiyê de bûye navenda nakokiyên di navbera hegemonyayan de. Di rastiya rewşa Rojhilata Navîna îro de rê li ber hilweşînê hatiye vekirin û ev pergala serdest êdî nayê parastin û nûkirin."   'PLANA QIRKIRIN Û ÎMHAKIRINÊ YE'   Abdullah, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku armanca sereke ya êrişên li dijî herêmê tasfiyekirina hêzên azadîxwazin û got: "Ji aliyekî ve hêzên hegemonîk ên cîhanê, li aliyê din jî hêzên herêmî yên ku welatên herêmê nûnertiya partiyan dikin, li dijî hemû aliyên siyasî, olî û mezhebî dest bi şer kirin. Ev plana qirkirin û îmhayê ye. Û heke ku ev hêz ji holê bê rakirin kesê ku herî zêde ji vê sûd bigire wê hêzên hegemonîk bin. Mezheb û bawerî li ser esasê polîtîkaya ‘perçekirin û serdestiyê’ qels dikin û tune dikin. Di vê erdnîgariya ku gelek netew bi hev re dijîn de, xelk bi xetereya tunebûnê rûbirû maye. Li Rojhilata Navîn jî navenda şer û aloziyan bûye Başûrê Kurdistanê. Ji bo tepisandin û tinekirina vîna tevgera azadiya gelê kurd bi her awayî li Iraq û Başûrê Kurdistanê şer ferz kirin, ji vê yekê sûd wergirtin û bi vî şerî li Rojhilata Navîn tovê şer çandin."    'YA WÊ BI SER BIKEVIN AN JÎ WÊ TÊK BIÇIN’    Abdullah, anî ziman ku kesê ku li dijî pergala ku li serê Rojhilata Navîn bûye bela têdikoşe tevgera azadiya kurd e û ev tişt got: "Ji ber vê yekê netew û hêzên demokratîk ji bo rizgariya ji pergala desthilatdariya modern a kapîtalîst têdikoşin. Ev pergala ku li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê dawî lê hat, şerê nûkirina xwe da destpêkirin. Ev şer yan wê bibe ji nû ve zayîna van an jî wê bibe hilweşîna wan. Ev şer bi komploya li dijî birêz Ocalan dest pê kir. Wê komployê encam negirt, têk çû. Lê niha jî tevgera azadiyê ya ku birêz Ocalan afirandiye ji xwe re kirine hedef."   'BARZANÎ DESKEFTIYÊN KURDAN JI XWE RE DIKE QURBAN’    Abdullah, diyar kir ku seranserî dîrokê Tirkiye dijminahiyê li dijî kurd dike û wiha domand: "Dewleta tirk bi salan e li dijî têkoşîna mafdar a gelê kurd disekine. Li hemberî vê têkoşînê dijminatiyê dikin. Bi taybetî piştî şoreşa Bakurê Kurdistanê ya di dawiya salên 1970’an de, operasyonên Tirkiyeyê yên li hemberî herêmê dest pê kirin. Bi hevkariya Barzanî di 17’ê Nîsanê de li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê êriş pêk hatin û hê jî ev êriş berdewam dikin. Malbata Barzanî her tim bûye hevparê van êrişan. Dema em li dîroka vê malbatê dinêrin, her tim di potansiyelek ku hêzê dide dagirkeran de rawestiyaye. Ev malbat hemû destkeftiyên gelê kurd dike qurbana berjewendiyên xwe yên şexsî. Bi piştgiriya vê zîhniyeta ku dewlemendiyên vê herêmê talan dike, tunebûna xwe tîne.”    'JI BILÎ SERKEFTINÊ TU ÇAREYA ME NÎNE'    Abdullah, bi lêv kir ku bi saya têkoşîna ku gelê kurd dide gelên Rojhilata Navîn li hemberî vê pergalê bûne xwedî gotin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hemû gel dibînin ku Kurdistan li ser xeta neteweya demokratîk a ku bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn têdikoşe û berdêla vê yekê dide. Berê çawa dixwestin dagir dikirin, lê niha kurd hene û şoreşger pêşengiya vê têkoşînê dikin. Pêwîste li çar parçeyên Kurdistanê kurd xwedî li vê têkoşînê derbikevin û alîkariya wan bikin. Ji niha û pê ve ya girîng ji bo gelê kurd yekitî û helwesteke hevpar e. Başûrê Kurdistanê bûye navenda şerê li dijî kurdan. Rast e, li Kurdistanê şer heye lê ji bilî serkeftinê tu çareya me nemaye. Di vê pêvajoyê de pêwîstiya gelê kurd bi tifaqa çareseriyê û konferansa netewî ya kurd heye. Dibe ku ev şerê ji bo şikandina pergalên desthilatdar ji bo kurdan firsendek be."