Botaniyan banga rawestandina hevkariyê li Barzanî kir 2022-05-05 10:06:43   ŞIRNEX - Welatiyên ku tev li Nobeta Jiyanê bûn, bertek nîşanî hevkariya PDK'ê û AKP'ê dan û banga rawestandina hevkariyê li Barzanî kirin û ev tişt gotin: "Heger PKK têk biçe wê Barzanî jî têk biçe."   Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) di 17'ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê ji bejahî û hewayî ve êrişêke mezin da destpêkirin. Tirkiye, di êrişê de hemû derfetên xwe teknîkî dixebitîne û li dijî gerîllayên HPG'ê çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi vê rêbazê dixwaze bi hevkariya hêzên PDK'ê bi pêş ve biçe. Lê li gorî agahiyên ku ji herêmê tên, heta niha encama ku xwestiye bi dest nexistiye. Êrişa ku hatiye destpêkirin û hevkariya PDK'ê ya di êrişê de di nav kurdan de bûye sedema bertekên mezin. Li dijî vê li navend û navçeyên Şirnexê "Nobeta Jiyanê" hat girtin.    Welatiyên Şirnexê ku tevlî vê nobetê bûn, bertek nîşanî êrîşan dan.    'WÊ CIHÊ WÎ LI KURDISTANÊ NEBE'   Ji welatiyan Omer Soysal (70), destnîşan kir ku ji bo gelê kurd rûpeleke nû vedibe û wiha axivî: "Doza me ew e ku malbata Barzan bisekine. Di esasê xwe de koka wî xayîn e. Ji bo ku ev şer bisekinin em li vir in. Divê ku em kurd destê xwe bidin hev û vî şerî bidin sekinandin. Divê ku em şev û roj li ser piyan bin ku bikaribin vî şerî bidin sekinandin û vê pergalê bişikînin. Em bang li Barzanî dikin vegere. Ji dîrokê heta niha malbata Barzanî xiyanetê li gelê xwe dike. Bila li xwe vegere. Bila ji bo vê pergalê nexebite û destê xwe bide destê gelê kurd û bê ser riya heq. Heger ku ji vê şaşitiyê nevegere wê cihê wî li Kurdistanê nebe. Êdî pêdiviya me bi malbata Barzanî nema. Hêviya me ji wî nema. Wî destê xwe daye destê dijmin. Ji bo berjewendiyên xwe destê xwe daye dijmin. Em birakujiyê naxwazin."    'ZAROKÊN ME BI KÎMYASALÊ DIKUJIN'    Ji Dayikên Aştiyê Hiznî Arslan (46) jî bi lêv kir ku hevkariya ku îro PDK bi Tirkiyeyê re dike wê dîrok efû neke û ev tişt got: "Wijdana me ne rehet e. Em bi şev nikarin razin. Ne tenê kezeba min kezeba hemû dayikan dişewite. Zarokên van çiyayan hemû zarokên weke dayikên minin. Kesek ji kunê diwaran çênebûye. Em ji vî şerî gelek acizin. Em hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re jî şermezar dikin. Heyfa wî navî ku li ser wî ye. Heger ku ew kurd bûya û damareke xwînê di nav laşê wî de hebûya ew ewqasî bê wîjdan nedibû. Wê destê xwe nexistiba xwîna ciwanên kurdan. Bila destê xwe ji xwîna ciwanên kurd bikişîne. Ji wî re şerm e. Heger ku xwe kurd bihesibîne bila destê xwe ji xwîna zarokên kurd bikêşe. Ev êş ne tenê êşa dayikên kurd e, êşa hemû dayikan e. Ev wê zirarê bide hemû dayikan. Banga me li hemû dayikane bila xwedî li zarokên xwe derbikevin. Em naxwazin ku êdî cenaze bên. Em naxwazin ku kîmyasal li ser serê zarokên me bibare. Bikaranîna kîmyaselê ne ehlaqî ye. Em naxwazin bedenên zarokên me bi kîmyasalê bişewitin. Ji ber wê em di nobetê de ne. Niha li çiyayên Kurdistanê şerek giran heye. Bedena zarokên me bi kîmyasalê dişewitinin. Ji ber wê tu wateya cejnê tune ye."    'PKK BIÇE WÊ BARZANÎ JÎ TÊK BIÇE'    Şehmus Înce (65) jî da zanîn ku heger PKK wİnda bike wê tevahiya Kurdistanê têk biçe û ev tişt anîn ziman: "Ev şerê ku li dijî başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin em şermezar dikin. Pêwîst e ku Barzanî vê komkujiyê neke. Xelasbûna PKK'ê xelasbûna wî ye. Heger îro dora PKK'ê be sibê dora wî ye. Em birayê hev in. Heger ku em nebin yek em ê biçin yek bi yek. Neyarê bavan nabe dostê lawan. Em hêvî dikin bila şerê birakujiyê neke. Îro ev şerê Başûr zirarê dide tevahiya Kurdistanê. Her perçeyeke Kurdistanê wê zirar bibîne. Heger ku îro gerîla bin bikeve wê tevahiya Kurdistanê bi bin bikeve. Hedefa Tirkiyeyê ne tenê PKK' ye. Hedefa wî sibê malbata Barzanî, Rojava û Rojhilat e. Îro dewleta tirk dijminê hemû Kurdistanê ye. Îro li ser malbata Barzanî dixwaze ku Kurdistanê qels bike. Kê li Şengalê li dijî DAIŞ'ê şer kir. Bila van bibîne. Heger îro PKK nebe, malbata Barzanî tuneye."   'EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN'    Selîm Ozgur (73) jî bal kişand ser dîroka malbata Barzanî û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Kesê ku gelê xwe nas neke wê têk biçe. Bila Barzanî ji bavê xwe şerm bike. Bi van kirinan heqê bavê xwe dixwe. Ew berxwedana ku bavê wî kiriye niha rûreş dike. Dilê wî û îmana wî pere ye. Wijdana wî tuneye û xwedê belaya xwe bidê. Kesê ku dibêje ez kurd im divê bêdeng nemînê. Ê ku wijdana wî nebe û xwe bêdeng dike, hez bike bila her roj biçe mizgeftê jî tu wateya wê tuneye. Em heqiyê dixwazin. Heqê me jî li ser vê axê heye. Me li ser vê axê xwîna xwe daye. Lê belê em ne poşman in û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."    'WÊ HERKES ZIRARÊ BIBÎNE'    Ji welatiyan Mecît Esen (53), bertek nîşanî êrişa didome wiha axivî: "Ev şer zirarê dide deskeftiyên gelê kurd. Em bang li Barzanî dikin bila ji vê xeletiyê vegerin. Em hemû wê ji vî şerî zirarê bibînin. Bila bes li gel dijmin hevkariyê bike. Banga me ji gelê me ye jî bila xwedî li deskeftiyên xwe derbikevin û destûr nedin şereke navxweyî. Li hemberî vî şerî sekinandin tişteke wijdanî û ehlaqî ye."   BANGA LI DAYIKAN   Dayika Muzeyyen Înan (50) jî bang li hemû dayikan kir ku li dijî şerê AKP û PDK'ê yê li dijî kurdan rabin ser piyan û wiha axivî: "Em vê operasyona ku li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê hatiye destpêkirin şermezar dikin. Em naxwazin ku PDK bibe şirîkê vî şerî. Ji bo ku şer bisekine em li vir in. Heta ku ev şer bisekine em ê di çalakiyê de bin. Herkesê ku dibêje em xwedî wijdanin divê ku li dijî vî şerî derkevin."