Li ser sînor bang kirin: Divê kurd li dijî xiyanetê rabin ser pêyan 2022-05-05 10:33:37 ŞIRNEX - Qilebaniyên ku li ser xeta sînorê Herêma Kurdistana Federe ku êrişên AKP’ê yên bi hevkariya PDK’ê lê didomin, bang li gelê kurd kir ku li dijî êrişan rabin ser piyan.  Êrişên dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna di 17’ê Nîsanê de dane destpêkirin didomin. Bertekên li dijî van êrişan jî her ku diçe zêde dibin. Welatiyên ji navçeya Qilebana Şirnexê ku xeta sînor a 56 kîlometreyan a bi Herêma Kurdistana Federe pêk tê bang kirin, wiha gotin: “Axa kurdistanê ne malê kesê ye. Kes nikare vê axê ji bo berjewendiyên xwe belav bike.”     ‘WÊ LI DIJÎ HEMÛ DESTKEFTIYÊN KURDAN ÊRIŞAN BIDIN DESTPÊKIRIN’   Îrfan Alturk (45) bal kişand ku ne cara ewil e êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin û wiha got: “Bi şerê dawî anîn noxteya ku kurd bên hemberî hev. Kesên bi hezaran salan e dijminên kurdan e, kurdan bi destê kurdan didin kuştin. Dixwazin me bi destê me bidin bidawîkirin. Tirkiye ne ji bo ji PDK’ê hez dike ji bo di çarçoveya armanca xwe de bikarbîne bi wê re tevdigere. Heke Tirkiye îro di şerê li dijî kurdan daye destpêkirin de biserbikeve wê gava piştî vê bibe PDK an ku Başûr. Pişt re wê li dijî hemû destkeftiyên ku kurdan bi bedelên mezin bi destxistine êrişan bidin destpêkirin.”   BERJEWENDIYÊN KESAYETÎ YÊN MALBATA BARZANÎ   Alturk, bi lêv kir ku Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî weke serokekî eşîran tevdigere û wiha berdewam kir: “Malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî dixwaze Kurdistanê bifiroşe. Gavên ku îro PDK diavêje gavên îxanetê ne. Li yekitî û hevkariya kurdan darbeyek e. Ji kurdan zêdetir dostên kurdan nînin. Ji ber vê yekê divê kurd ji xwe zêdetir bawerî bi kesê neînin û bi kesên din re tevnegerin. Heta ku kurd nebin yek wê tu destkeftiyên kurdan di ewlehiyê de nebin. Dema ku kurd bûn yek, wê demê dê herkes mecbûr bimîne statuya kurdan qebûl bike.”   ‘EV AX AXA GELÊ KURD E’   Alturk, anî ziman ku polîtîkayên PDK li herêmê bi rê ve dibe xelet in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi hezaran ciwanên kurd ên welatparêz mecbûr man ku ji axa xwe koç bikin. Her roj bi hezaran ciwanên kurd koçî Ewropayê dikin. Ciwanên kurd çima di rêyên koçê de jiyana xwe ji dest didin? Berpirsyarê vê kî ye? Hemû ji ber zextên aborî û siyasî diçin. Malbata Barzanî tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebite. Divê gelê kurd li her dera ku li dijî xiyanetê ye bibe yek. Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê yek in. Heke em serbikevin wê hemû kurd qezenç bikin, heke winda bikin jî wê hemû kurd winda bikin. Divê destkeftiyên bi xwîna deh hezaran kurdan hatine bi destxistin bên parastin. Heke em van destkeftiyan winda bikin êdî kes nikare vê civakê rake ser piyan. Hebûna gelê krud ji berjewendiyên Barzaniyan girîngtir in. Axa Kurdistanê ne malê bavê kesê ye. Ev ax aydê gelê kurd e. Ji ber vê yekê divê kes axa xwe bernede. Şûna ku dê bikevin ser rêyên Ewropayê bila xwedî li axa xwe û gelê xwe derkevin. Li dijî van polîtîkayên qirêj divê gel bibe yek.”   ‘DIVÊ LI DIJÎ XIYANETÊ RABIN SER PIYAN’   Agît Yaman (67) ê beriya niha li Iraqê dijiya û 5 salan li Nûnertiya PDK’ê ya Bexdayê rêveberî kiriye jî diyar kir ku di navbera salên 1970-1975’an de ji bo kurdên li Herêma Kurdistanê têkoşiyaye û pişt re dîsa vegeriyaye Tirkiyeyê. Yaman, da zanîn ku Amerîka, Rûsya, Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye dijminatiya gelê kurd dike, PDK jî tev li wan bûye û wiha got: “Ji ber Barzaniyan her derê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye desteserkirin û Başûrê Kurdistanê ji Kurdistanê veguherandine Tirkistanê. Divê tu kurd neyên lîstika Tirkiyeyê an jî welatekî din. Heke em kurd nebin yek em ê herin yek bi yek. Divê em demildest yekitiya xwe ava bikin. Em hemû kurd yek in. Berjewendiyên gelê kurd ji berjewendiyên Barzaniyan girîngtir in. Divê li dijî xiyaneta Barzaniyan hemû kurd rabin ser piyan. Heke pêşiya vê neyê girtin wê sibê komkujiyên mezintir pêk werin.”   KOMKUJIYÊN SEDDAM BI BÎR XISTIN   Halîl Olmez (59) ê komkujî û êrişên Saddam Huseyîn ên li ser kurdan bi bîr xistin û wiha axivî: “Di wê pêvajoyê de Saddam bi tank, top û helîkopterên xwe êrişî gelê kurd kirin. Bi hezaran mirov ketin rêya koçê. Ji ber em li gundê li ser sînor bûn gelek kes hatin gundê me jî. Di wê rewşa zor de me her cure alîkarî da wan mirovan. Li gundê me her malê malbatek girt mala xwe. Em hemû bûn malbatek. Ji bo mirovên ku nikarîn derbasî vî alî bibin jî me alîkarî şand. Ji bo ku zimanê me nasnameya me yek bûn me alîkarî kir. Em hemû kurdên Başûr, Bakûr, Rojava û Rojhilat yek in.”   DIJIMINATIYA TIRKIYEYÊ YA LI DIJÎ GELÊ KURD   Olmez, bi lêv kir ku rêveberên PDK’ê hovitiyên berê qewimîne û alîkariya kurdên Bakûr li wan kirine ji nedîtî ve tên û got: “Li kêleka me şer heye. Zarokên vî gelî tên kuştin. Barzanî jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine xapandin û bûne şirîkê vê şerî. Tirkiye bi deq û dolaban hewl dide xwe bigihîne sînorên Osmaniyan. Turkiye dijminê Iraq, Îran û Sûriyeyê ye. Alîkariya Barzanî ya ji bo wan xeletiyeke mezin e. Tevî evqas tiştên bi serê wan anîne çawa hêj dikarin alîkariya wan bikin? Kurdên Başûr jî vê alîkariyê qebûl nakin. Bi dehan gundên Başûr hatin valakirin. Mirov koçber bûn. Tevî van tiştan rêveberên Başûr çawa vê yekê qebûl dikin? Divê hemû kurd rabin ser piyan û bêjin ‘Em xwişk û bira ne û em yek in’. Li Tirkiyeyê kurdên di rêya xelet de hene. Divê ev jî demildest ji dest ji xeletiyên xwe berdin. Ji bilî kurdan dostên kurdan nînin.”   ‘PIŞTGIRIYA ÊRIŞAN XIYANET E’   Fettah OImez (80) bi lêv kir ku hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re nayê qebûlkirin û wiha axivî: “Barzanî di nava xiyaneteke mezin de ne. Şûna ku li dijî qewmê xwe şer bikin, bila alîkariya wan bikin. Nebin alîkar jî bila dijminetiyê nekin. Ji xayîntiya xwişk û birayên xwe mezintir tiştekî din nîne. Zilma duh li wan hatiye kirin û alîkariya kurdên liv ir ji bîr kirin. Hemû daxwazên kurdan ên mafdar ji nedîtî ve tên. Dixwazin kurdan tune hesibînin. Nasname, çand û zimanê me nas nakin. Ev êriş ji bo vê ne. Kesên piştgiriya vê dikin di nava xiyanetê de ne.”