'Tirkiye dixwaze xeta nokeriyê ya kurd çalak bike’ 2022-05-05 12:42:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê NPG’ê Mûrat Karayilan têkildarî êrişên Tirkiyeyê axivî û wiha got: “DAIŞ’î, cerdevan û komên ji Tirkmenistanê di êrişê de tên bikaranîn. Ne tenê li Başûr, xwestin xeta nokeriyê ya kurd li Bakur jî çalak bikin û beşdarî operasyonan bikin.”  Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê dayîn destpêkirin berdewam in. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan têkildarî mijarê bi radyoya Dengê Welat re axivî. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Karayilan diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hebûna gelê kurd û statûya wan ji bo xwe weke talûke dibîne û şer dane destpêkirin. Karayilan, anî ziman ku şer, bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye û ev 7 sal in bênavber berdewam dike.    Mûrat Karayilan destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê desthilatdariyeke ji rêzê nîne û wiha got: “Ji bo têkbirina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û tunekirina destketiyên gelê kurd ev hikûmet ava bû. Hebûn û statuya gelê kurd ji bo dewleta tirk weke metirsiyê dibîne, lewma jî dixwaze PKK’ê û gelê kurd ji holê rake. Hikûmet vê yekê ji bo xwe weke wezîfeyê dibîne. Lewma 7 sal in li dijî me bênavber şerekî giştî dimeşîne. Şer bi girankirina tecrîda li Îmraliyê destpê kir. Bi zêdekirina zilma li zindanan dewam kir. Her wiha li dijî gelê me, li dijî têkoşerên siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê bi polîtîkayeke mezin a êrişê hate meşandin. Li dijî gerîla jî li her qadê êrişên mezin dan destpêkirin. Hikûmeta AKP-MHP’ê li gel van hemû êrişan jî nekarî bi ser bikeve. Lewma kete nava krîzên siyasî, civakî û aborî.”   ‘JI BO HERDU ALIYAN JÎ ŞERÊ MAN Û NEMANÊ YE’   Bi domdarî Karayilan diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê di êrişa ser Garê de şikestinek jiya û wiha domand: “Niha jî bi êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwazin armanca ku nekarîn par pêk bînin, vê carê bi cih bînin. Ji xwe di destê wan de tenê îsal ma ye. Ji bo vê hikûmetê îsal sala dawî ye. Heke di van êrişan de bi ser kevin dê desthilatdariya xwe mayînde bikin. Lê heke têk biçin jî dê tune bibin. Lewma ev rewş ji bo wan man û neman e. Bi taybetî ji bo Erdogan û Bahçelî bi vî rengî ye. Ji bo karibin bi ser bikevin jî çi ji wan tê dikin. Heke bi ser bikevin dê ne tenê PKK’ê tesfiye bikin, di heman demê de dê destketiyên gelê kurd tune bikin. Ji bo gelê kurd dê metirsiyeke mezin çêbibe û li Kurdistanê jî siyaseta qirkirine wê serwer bibe. Ji ber vê yekê me ji bo herdu aliyan got şerê man û nemanê ye. Şerê li Zapê, li Avaşînê tê kirin şerê neteweyî ye, şereke ku paşeroja gelê me û gelê herêmê diyar dike. Heke dijmin li dijî me bi ser bikeve wê siyaseta faşîzm û qirkirinê li Kurdistanê serwer be, li herêmê jî wê pêvajoyeke tarî dest pê bike.”   ‘HINEK SOZÊN VEŞARÎ DANE PDK’Ê’   Di berdewamê de Karayilan da zanîn ku artêşa Tirkiyeyê di êrişên par de xitimî bû û ev nirxandin kir: “Îsal hin guhertin kirine û bi vî rengî dixwazin encamê bi dest bixin. Dijmin di operasyona dawî de hem hîn bêhtir teknîkê bi kar tîne hem jî ji bo piştgiriyeke hîn xurtir ji hêzên derve werbigire xwe amade kiriye. Ya herî girîng jî xeta hevkariyê ya kurdan bêhtir çalak kirine. Di vê çarçoveyê de ji bo karibe ji xeta Başûr êriş bike bi PDK’ê re hin hevdîtin kirin, hin sozên veşartî dan PDK’ê. PDK’ê jî ji bo dijmin dest bi amadekariyan kir. Dijmin hesabê wê yekê kir ku gerîla li Zapê dorpêç bike û bi ser bikeve. Xeta hevkariyê ya kurd ne tenê li Başûr, her wiha xwestin li Bakur jî çalak bikin û tev li operasyonê bikin. Cerdevanên li Kurdistanê tevekan kom dikin û tev li operasyonê dikin. Her wiha çeteyên li Sûriyeyê yên ji ber DAIŞ’ê mane, bi taybetî jî yên ji Tirkmenistanê tev li operasyonê dikin. Bi teknîka pêşketî, bi hevkariya kurd, bi taybetî jî bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwazin encamê bi dest bixin. Dixwazin di şerê îsal de ji xeta hevkariya kurd bêhtir sûdê bigirin. Dixwazin şerê navxweyî yê kurdan jî derxînin û encamekî bigirin.”    Karayilan, daxuyand ku êriş di esasê xwe de êriş ji 14’ê nîsanê ve dest pê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 14’ê nîsanê de bi balafir, obûs û hawanan dest bi êrişê kir. Piştre jî di êvara 17’ê nîsanê saet di 8:30’an de ji nişka ve xwest ku bi helîkopteran leşkeran li Zap û gelek qadan deyne. Xwest li 9-10 cihan leşkeran bi hemwextî deyne û gerîla şaş bike. Bi sûdwergirtina ji vê rewşê xwest ku qadê dagir bikin. Anku plana wê kirin ku di nava rojekê de li van qadan bi cih bibin. Lê belê hevalan di nava 5-6 rojan de li pey hev li her qada ku dijmin dixwest leşkerên xwe lê deyne pêşî li wan girtin û sîng bi sîng li dijî dijmin şer kirin. Heke hevalan di wext û cih de dest lê wernedabûna, djimin dikarîbû xwe bigihanda hin deverên stratejîk û bi ser ketibûya. Lê belê bi saya baldariya hevalan û bersiva bi fedaî û lehengî planên dijmin asteng kirin.”   ‘EM Ê ZAPÊ BIKIN KELEHA SERKEFTINÊ’    Derheqê rewşa pevçûnan de jî Karayilan ev agahî dan: “Dijmin nekarî leşkerên xwe deyne gelek qadan. Rast e, li hin qadan danî lê belê ew jî piştî 5-6 rojan karîbû bike û niha li wir xitimî ye. Mînak, leşkerên ku li Kurojahro danîne niha gelekî tengav bûne, gelekî zehmetiyan dikişînin. Dijmin xwest ku ji Şêladizê ji bejahî ve leşkerên xwe yên li wê derê rizgar bike. Her wiha gelek kuştî jî dan. Şerekî gelekî mezin tê kirin. Dijmin bi balafiran, helîkopteran, obûsan û bi her cureyên çekan ji hewayî û bejahî êriş kir. Ji Bakur jî ji bejahî hatin. Bi vî rengî xwestin hevalan şoq bikin û ji tevliheviyê sûd bigirin. Lê belê hevalên me yên leheng bi îradeyeke mezin, bi wêrekî bersiv dan êrişan û dijmin têk birin. Di şerê 15 rojên dawî de gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê serkeftineke mezin nîşan dan. Em ê qada Zapê bikin keleha berxwedan û serkeftinê û bi vî rengî tola şehîdan ji dijmin hilînin.”    ‘WEZÎRÊ ŞER DEREWAN DIKE’   Mûrat Karayilan got ku artêşa Tirkiyeyê heta niha jî nekariye bikeve nava çeperên wan û wiha pê de çû: “Daxuyaniyên wezîrê şer ê derewîn ê dewleta tirk rast nîne. Gelek kuştî dane. Li gorî hejmara ku hevalên me aşkerakirin û bi qasî ku em dişopînin derdora 300 kuştiyên wan hene. Aşkera ye ku Erdogan û Bahçelî mirina bi sedan, bi hezaran leşkerên xwe dane ber çavên xwe. Mînak, dixwazin leşkerên xwe deynin lê nikarin deynin, helîkopter vedigerin. Piştî 1.5-2 saetan hewl didin leşkerên xwe deynin, heval dest li wan werdidin û nahêlin. Leşker ji ber ku nikarin li baregehên xwe jî vegerin li naverastê têne hiştin. Anku ji leşkeran re dibêjin ya bimirin an jî bi cih bibin. Ji bo wan veger nîne. Zarokên gelê Tirkiyeyê -ku diyare zarokên kurd jî hene- ji bo berjewendiyên xwe, ji bo desthilatdariya xwe û nixûmandina qirêjiya xwe ber bi mirinê ve dişînin. Derdikevin pêşiya ekranê û derewan li gel dikin. Heta niha tenê 10 kuştiyên xwe dane lê ev rast nîne. Gelek kuştiyên wan hene. Lewma ji nû ve dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin.”   ‘ŞEREKÎ NAVNETEWEYÎ TÊ KIRIN’   Karayilan anî ziman ku artêşa Tirkiyeyê niha xitimiye û wiha derbirî: “Lê barê hevalan jî sivik nîne. Divê em li her derê piştgiriyê bidin lehengên xwe yên li Zapê. Gelê me, hemû hevalên me, li eyaletên Kurdistanê hemûyan, her kes divê bi rola xwe rabin. Şerekî neteweyî tê kirin lewma divê her kes her tiştî bike. Di vî şerî de hevalên me şehîd ketin. Em agahiyên li ser nasnameya şehîdên xwe aşkera dikin lê belê hîn şehîdên me hene ku me nav û nasnameya wan nekariye zelal bikin. Em ê navê hemû hevalên xwe yên şehîd bûne aşkera bikin, bila gumana gelê me di vê mijarê de tune be. Em ti carî windahiyên xwe venaşêrin. Em li dijî dijminekî welê şerekî mezin dikin ku ev dijmin piştgiriyê ji hêzên navneteweyî digire û bi çekên ji teknolojiya dawî şer dike. Ev kar ne hêsan e, bêguman şehîdên me hene. Dema bê em ê agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên din ên şehîd bûne aşkera bikin.”   ‘ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊN BIKARANÎN’   Bi domdarî Karayilan da zanîn ku Tirkiye di êrişan de çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke çekên kîmyewî bi kar neaniya wê di cih de têk biçûya. Lê belê çekên kîmyewî jî niha ji bo dijmin ne çare ye. Dibêjin, gerîla herî zêde çend rojan dikare li ber xwe bide. Na, ne bi vî rengî ye. Heke li wê qadê hêzeke têk biçe hebe ew jî gerîla nîne, dewleta tirk a dagirker e, leşkerên tirk e. Dijmin niha herî zêde bi hêza xwe ya teknîkê bawer dike û xwe dispêre xeta hevkariya kurd. Îradeya xwe ya şer nîne, çeteyan, cerdevanan komî ser hev dike û tev li operasyonan dike. Bi vî rengî dixwaze encamê bi dest bixe. Lê em li dijî vê yekê dozeke mafdar dimeşînin, em mafdar in. Em ji bo hebûn, ziman û neteweya xwe têdikoşin. Lewma dê serkeftin bibe ya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê.”