Ferît Şenyaşar: Gavek hiqûqî hat avêtin lê daxwazên me nehatin cih 2022-05-05 13:06:31   RIHA - Ferît Şenyaşar bi bîr xist ku 4 kesên malbata wî qetil kirine hatine girtin û got: “Gavek hiqûqî hat avêtin lê hê daxwazên me nehatine cih.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 423’yemîn de berdewam dike. Malbat wek her sibehê vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hat ber edliyê û nobedê da destpêkirin.    'HELBET DÊ ROJEKÊ EDALET WERE’    Ferît Şenyaşar bi bîr xist ku nêzîkî 4 salan e têkoşîna wan edaletê didome û got: “Meh, demsal derbas bûn, meha Remezanê qediya lê hê daxwaza me ya edaletê bi cih nehat. Ji ber ku edalet bi cih nayê, ez û dayika xwe li ber edliyeyê rûdinên. Piştî 4 salan gavek hiqûqî hat avêtin, ji kujeran 4 kes hatin girtin. Ev tenê gavek hiqûqî ye. Em gazî rayedarên darazê dikin, gavek hiqûqî hat avêtin lê hê daxwaza me nehatiye bicihanîn. Birayê min Fadil çar sal in bi awayek neheq girtî ye û li hucreya yek kesî tê ragirtin. Daxwaza dayika min ew e ku lawê wê tavilê bê berdan. Heta lawê wê neyê berdan dê dayê ji ber edliyeyê neçe cihek din. Bi milyonan kesî xwedî li têkoşîna dayê derdikeve. Daxwazên me ya edaletê helbet dê were cih. Em dixwazin ev gavek beriya gavekê pêk were. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe.”