Malbatan gazî Wezîrê Dadê kirin: Zarokên me berdin 2022-05-05 14:38:04 AMED - Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li ber edliyeyê gazî kirin û gotin: “Em gazî Wezîrê Dadê û rayedaran dikin, bila zarokên me demildest berdin.” Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê di roja 171’emîn de li ber Edliyeya Amedê, Nobeda Edaletê berdewam kirin. Malbat li ber edliyeyê li hev civiyan û daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin. Rêveber û nûnerên Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Amedê, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED-TUHAD-FED), Partiya Heremên Demokratîk (DBP),  Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyad Ceylan, rêveberên HDP’ê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) piştgirî dan çalakiya malbatan.  ‘ZAROKÊN ME BERDIN’    Di destpêke de dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazmîye Boltan axivî. Boltan bi lêv kir ku di girtîgehan de girtiyên nexweş nayên dermankirin û ev tişt anî ziman: “Bila girtîyên ku cezayê wan qediyaye bên berdan. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Bila zarokên me berdin em bi xwe zarokên xwe derman bikin. Em gazî Wezirê Dadê û rêveberên dewletê dikin bila zarokên me demildest berdin. Bila cenezayên zarokên me ji girtîgehan dernekevin. Em diçin ber girtîgehe em bang dikin dibêjin bila zext û tundî li ser zarokên me biqedin. Em ê li ber Saziya Tiba Edlî jî bang dikin dibêjin bila girtîyên nexweş bên berdan. Ji vir jî em carek din bang dikin û dibêjin, bila hiqûqa xwe pêk bînin û zarokên me bên berdan.”   ‘ÎRO EM IN, SIBÊ EW IN’   Xwişka girtiyê nexweş Încî Guler jî axivî. Guler, destnîşan kir ku ji bo ku cenaze ji girtîgehan dernekevin çend meh in çalakiya edaletê didomînin û wiha got: “Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Bila edalet bi cih were. Bila zor û zextên li ser girtiyan nekin. Ev çend meh in em ji bo girtiyan edaletê dixwazin, lê hê girtiyên me nehatine berdan. Bila Wezîrê Dadê baş bizanibe, îro em in sibê ew in. Hewcedariya her kesî bi edaletê heye.”