Provokasyona polîsan a li pêş HDP’ê didome 2022-05-05 15:06:10 ENQERE - Polîsên ku Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin, êrişî endamên partiyê kirin û gelek kes binçavkirin.  Polîsên ku Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji saetên danê sibê ve dorpêç kirine êrişî endamên partiyê kirin. Polîsên ku êrişî endamên partiyê yên bertek nîşanî sekinandina wan dan, ji nêz ve gaza îsotê avêt û gelek kes binçavkirin.  Li ser vê yekê Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay ji polîsan re wiha got: “Hûn avahiya me dagir dikin, hûn asteng dikin ku partiyeke siyasî bixebite.” Polîsan jî li ser gotina Gunay ji parlamenteran re gaza îsotê avêt û wiha got: “Dagirkerî wisa nabe bi vî şiklî dibe.”   Polîsan ji endamên partiyê dirûşmeyên “HDP gel e gel li vir e” û “Polîsê kujer ji partiya bicehnime” berz kirin re gaza îsotê avêtin, gef lê kirin û heqaret kirin.    GUNAY: XWÎNA DENÎZ POYRAZ BI DESTÊN WE VE YE   Gunay, bertek nîşanî avetina gaza îsotê û êrişkirina girseyê ya polîsan da û wiha got: “Hûn hewl didin avahiya partiya me dagir bikin. Hebûna çeka te te mafdar nîşan nade. Ev der navenda min a giştî ye. Hûn derkevin ji vir. Hemû polîsên li Miduriyeta Enqereyê îro hatin vir ku sûc bikin. Hemû ji bo provokasyonê bikin hatin. Bi sekinandina li pêş navenda giştî ya partiyekê xebatên siyasî tên astengkirin. Dijminatiyeke wisa nabe. Ev der Enqere ye. Polîsê ku hatiye ewlehiya can biparêze bi kuştinê gefan dixwe. Xwîna Denîz Poyraz bi destê we hemûyan ve ye. Dema provokator ketin avahiya partiyê hûn li ku derê bûn, dema komkujî pêk anîn hûn li ku bûn? Hûn hemû kujeran diparêzin. Hûn hemû hevkarê sûc yê kujeran in. Ev partî partiya milyonan kesan e. Herkes rastiyê dibîne û dizane ku hûn kujer in.”    ‘HÛN BISEKININ’    Polîsan gef û heqaret li girseyê û parlamenterên HDP'î yên di nav girseyê de kirin. Girseyê jî dirûşmeyên “HDP hêvî ye, hêvî li ser piyan e”, “Polîsên kujer ji partiye bicehnimin” berzkirin û şermezar kirin. Balkêş bû ku polîsekî êrişkar bi gotina “Hûn ê bibînin, bisekinin” gef li girseyê xwar.