Akgun ê ku ev 30 sal bûn girtî hate berdan 2022-05-05 15:32:12   STENBOL - Ahmet Akgun ku di 17’ê saliya xwe de hatibû girtin û 30 sal bûn di girtîgehê de, hate berdan. Akgun got ku dê têkoşîna xwe bidomîne.   Ahmet Akgun, di sala 1992’yan di 17 saliya xwe de hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Guherandina pergala Qanûna Bingehîn” cezayê muebbetê lê birî û şande girtîgehê. Di dema girtina xwe de gelek caran hate sirgûnkirin û herî dawî jî li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê dihat ragirtin. Akgun, piştî 30 salan hate berdan. Akgun, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe û endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHADER) ve hate pêşwazîkirin.  Akgun li pêşiya girtîgehê axaftineke kin kir û wiha got: “Ev bi salan e ku em li girtîgehê têdikoşin. Belê rast e ez îro ji girtîgehê derketim lê bi sedan hevalên me hêj di girtîgehê de ne. Rêbertiya me girtî ye. Ez îro derketim lê ez vê derketinê weke azadî nabînim. Bo me her dever qada berxwedanê ye. Lewma jî em ê têkoşîna xwe li her deverê berdewam bikin.”