Cehdeyên Amedê di bin avê de man 2022-05-05 16:00:35   AMED - Li Amedê ji ber barana zêde gelek rê di bin avê de man. Komên şaredariyê yên di bin rêveberiya qeyûm de bi saetan ava li ser rêyan kom bûyî vala nekirin û welatiyan jî bertek nîşan dan.    Li Amedê di nava rojê de baraneke zêde bariya. Ji ber barana zêde, gelek rêyên li navçeyên navendî yên Peyas û Rezanê di bin avê de man. Ji ber barana zêde ya bi taybet jî bandora xwe li rêgeha Rêya 75 Mîtroyî û Taxa Gazîlerê kir û binesaziya nekêr, av ser rogaran de avêt û gelek rê di bin avê de man. Ji ber ku komên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û yên navçeyan ku di bin rêveberiya qeyûman de ne bi saetan ava li ser rêyan kom bûyî vala nekirin, welatiyan di hatin û çûnan de zehmetî kişandin. Welatiyan bertek nîşanî qeyûmê ku binesaziya bajêr xurt nekirî û ava li ser rêyan vala nekirî dan.    Li Taxa Gazîler a Peyasê û li Taxa Bagcilar a Rezanê li gelek deveran kanalîzasyon teqiyan û ava wê bi ser de avêt.