‘Divê mamosteyên nîjadperest bên darizandin û cezakirin’ 2022-05-05 17:14:26   ERZIROM - Rêxistina HDP’ê ya Erziromê bertek nîşanî parvekirina nîjadperest a 4 mamosteyan da û diyar kir ku divê ev mamosteye bên darizandin û cezakirin. Rêxistina HDP’ê got: “Kurd û kurdî her tim li vê erdnîgariyê hebûn û dê her hebin jî.” Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Erziromê têkildarî 4 mamosteyên ku li ber tabeleya “Hûn bi xêr hatin” parvekirineke nîjadperest kiribûn, daxuyanî dan. Daxuyanî li pêşiya avahiya partiyê ya Qereyaziyê hate dayîn û endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Abdurrahman Sever, rêveberên bajar û navçeyan ên HDP’ê û gelek welatî amade bûn. Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP’a Erziromê Muammer Duman ve hate xwendin. Duman bertek nîşanî wêneyê ku li ber tabelayê hatiye kişandin da û wiha got: “Tişta ku mamosteyan kirî, li gorî hiqûqa gerdûnî sûc e. Em van tevgeran bi tundî şermezar dikin. Ev faşîstên milîter ên di bin navên mamostetiyê de tevdigerin, divê demildest ji kar bên derxistin, bên darizandin û cezakirin.” Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ya ku hatiye kirin, şerm e. Ev kesên ku nekarîn nivîsên li ser tabeleyekê ragirin, sûcê nefretê kirine û bifikirin bê ka ev kes bandoreke çawa li ser zarokan dikin. Ev tevgerên biçûkxistinê yên li dijî kurdî, encama sepanên pişaftinê yên serdestan in. Ev tevgerên bêrêz ên van mamosteyên ku nesîbê xwe ji nirxên mirovahiyê negirtine, encama polîtîkaya înkarê ya desthilatdariyê ye. Em li vir bang li wan komên nîjadperest dikin. Dixwazin bila bi xêr werin û dixwazin bila neyên, dixwazin bila jê hez bikin û dixwazin bila nekin, kurd û kurdî her heye û dê her hebin.” Piştî daxuyaniyê jî girse çû pêşiya tabelayê û bi nîşaneyên serkeftinê wêne kişandin.