Beştaş: Ne hedê we ye ku hûn êrişê bibin ser navenda me ya giştî 2022-05-05 21:03:27   AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê, têkildarî êrişên li ser navenda partiya xwe daxuyaniyek da. Parlamenter Meral Daniş Beştaş axivî û got: “HDP, bi milyonan kesî temsîl dike. Ne hedê tu kesî ye ku êrişê bibe ser HDP'ê. Hûn ê têk bişikên, em ê bi ser bikevin."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, têkildarî êrişa li hemberî Navenda Giştî ya HDP'ê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolûyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "HDP gel e, kes nikare îradeya gel bişikîne" nivîsandî hat vekirin. Parlementerên HDP'ê Remziye Tosûn, Meral Daniş Beştaş, Tulay Hatîmogûllari, Nusretîn Maçîn û Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, Meclîsa Jinan, rêvebirên partiyê yên bajêr û navçeyan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezoptamyayê (MED-DER) tevli daxuyaniyê bûn.    Beriya daxuyaniyê Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy axivî. Atasoy, êrişa li ser Navenda Giştî ya HDP'ê şermezar kir û got: "Em ê dev ji siyaseta demokratîk bernedin. Em ji bo şermezarkirina van êrişan û xwedîderketina li HDP'ê li vira ne."    'NE HEDÊ TU KESÎ YE KU ÊRIŞÊ BIBE SER HDP'Ê'   Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş axivî û got: “Em ji Amedê bersiva wezîrê karê hindir didin. Me dît hûn dikarin çi bikin. Çend dayikên hatine li ber deriyê HDP'ê ne tesadufî ne. Em dizanin ku bi bername û plana wezîrê karê hindir ev êriş pêk hat. Em dizanin hûn çi dikin. Hûn dixwazin me ji siyasetê sar bikin. Hûn dixwazin me û xebatên me proveke bikin. Lê em nayên wan provokeyan. HDP, bi milyonan kesî temsîl dike. Ne hedê tu kesî ye ku êrişê bibe ser HDP'ê. Niha dîmenek wisa derdikeve pêşiya me. Di rewşa asayî de ger ku HDP’yî yan jî muhalefet derbikeve çalakiyek demokratîk li dar bixe, wê bi hezaran polîs li derdorê kom bibin û asteng bikin. Lewre 3 malbat bi destê polîsan tînin ber deriye HDP’ê û dixwazin çalakî bi wan bidin kirin.”   'XWEDÎ POTANSIYELA KUJERIYÊ YE'   Beştaş, di berdewamiya axaftina xwe de got: “Yên ku vê çalakiyê dikin ne ev malbat in. Yên ku çalakiyê dikin wezîrê karê hindir û polîs in. Ew polîsên ku bi dilekî rihet gef li parlementera me dixwe. Ew polîs nikare bixebite, nikare di nava gel de bimîne. Ew potansiyela kujertiyê hildigire. Ew polîs vîna bi hezaran kesî bi mirinê gef lê xwar. Beriya hertiştî divê ew polîs bê girtin. Ev gefeke ne ji rêzê ye. Niha jî ew polîs li ber deriye avahiya me îşkenceyê dikin. Gelek kes lêdan xwar û hatin binçavkirin. Parêzer û nûnerên komeleyên xwestin ji bo piştgiriyê werin partiye lê hatin binçavkirin. Karê polîs girtina ewlehiyê ye, ne êrişkirina vîna gel e.”   Beştaş, di dawiya axaftina xwe de got: “Bê guman mîmarê van êrişan îqtîdar e. Ji bo partiya me bigirin hemû rêbazên keyfî bi kar tînin. Dibêjin em ê dewletek hiqûqî ava bikin. Ew dewlet bêyî HDP'ê, bêyî kurdan çênabe. Hûn li pêşberî xwe HDP’yîyek serî bitewîne nabînin. We di nava avahiya me de me qetil kir. Lê niha ji wê dozê tenê kesek tê darezandin. We bi hezaran hevalên me girtin nav çar dîwaran. Lê belê HDP her roj bi piştgiriya ji gel mezin dibe. Hûn çi dikin bikin, hûn çi rêbazê bikartînin bînin, HDP gel e, gel li vir e. Tu hêz jî ji gel bihêztir nîne. Em bang li hemû muhalefetê dikin, em dikarin bi hev re, mil bi mil li dijî faşîzmê têbikoşin."   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û berzkirin dirûşmeyên wekş “HDP gel, gel li vir e”, “Êriş nikarin me hilweşînin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.