Îvrendî yê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazî kirin 2022-05-05 21:41:01   ÊLIH – Şîrîn Îvrendî ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin.    Şîrîn Îvrendî ku di sala 1992'yan de di 22 saliya xwe de li Êlihê hatibû girtin û cezayê muebedê lê hatibû birîn, îro ji Girrtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê derket. Ji aliyê ferdên malbatê, endam û rêvebirên Komeleya Alîkariya Bi Malbatên girtiyan Re (TÛAYDER) û HDP'a Amedê li ber girtîgehê hat pêşwazîkirin.  ‘LI GIRTÎGEHÊ ZILM HEYE'   Îvrendî, got: "Ji ber ku derketime kêfxweş im û bi kelecan im. Lê li girtîgehê hê jî hevalên me bi polîtîkaye tahdekar û zilmkar re rû bi rû ne. Divê raya giştî di vî warî de hesas be. Bi kelecan im, niha dikarim ev qasî biaxivim."    BI GIRSEYÎ HAT PÊŞWAZÎKIRIN   Îvrendî piştî pêşwazîkirina li ber girtîgehê,  çû Êlihê. Îvrendî, li ber mala xwe ya li Taxa Saglikê bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin. Girseya li ber malê bi çepikan, berzkirina dirûşmeyan û bi strana "Ozgurluk Mahkûmlari" (Girtiyên Azadiyê) Îvrendî pêşwazî kirin.