‘Divê her kes piştgiriya malbatên girtiyan bike' 2022-05-06 09:03:57 STENBOL - Hevserokê MATÛHAY-DER'ê Nesîm Ozkan, diyar kir ku malbat ji bo balê bikişînin binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nobeda xwe ya edaletê didomînin û got: "Divê her kes piştgiriya malbatên girtiyan bike."  Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin ku li ber Edliyeya Stenbolê hatibû destpêkirin, di hefteya 7'an de didome. Malbat ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan serdana Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêxistina CHP'ê, Partiya Saadetê (SP) û Partiya Kedê (EMEP) a Stenbolê kirin. Malbatên ku daxwaza wan a ji bo hevdîtina bi Baroya Stenbolê re bê bersiv ma, daxwaza hevdîtinê li Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK), Partiya Gelecekê, DEVA, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran (TMMOB), Înîsyatîfa Piştevaniya Bi Girtiyan Re û Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) bikin.    Hevserokê Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran Re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER) Nesîm Ozkan, têkildarî Nobeda Edaletê û rewşa girtîgehan de axivî.    ‘NOBEDA EDALETÊ LI HER DERÊ BELAV BÛ'   Ozkan, bibîr xist ku dayik mehekê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê çalakiya rûniştinê li dar xistine û malbat ev çalakî bi înîsyatîfa xwe kirine û dixwazin bi vê çalakiyê balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Ozkan got: "Malbat bi van çalakiyan doza edalet û hiqêq dikin. Her wiha dayikan li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) jî çalakî li dar xistin. Dayik nesekinîn gotin, 'zarokên me li girtîgehan bi binpêkirinên mafan û îşkenceyê re rû bi rû dimînin, em nikarin li malê wisa rihet rûnên.' Ji bo zarokên xwe tim têkoşiyan. Em MATÛHAY-DER, em tim li cem dayikan bûn û di warê hiqûqî de me alîkariya wan kir."    Ozkan, anî ziman ku ew MATÛHAY-DER tevî malbatan serdana partiyên siyasî dikin û daxwazên girtiyan û malbatan radigihînin nûnerên partiyên siyasî. Ozkan, bilêv kir ku partiyên siyasî piştgiriya lêgerîna edaletê ya malbatan dikin.    BINPÊKIRINÊN MAFAN   Ozkan, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan girêdayî hev in û got: "Nebihîstina dengê Birêz Ocalan, astengkirina hevdîtina wî ya bi parêzeran û malbatê re dibe cihê fikaran. Ji bo pêşî li ber mirinên li girtîgehan rû didin bê girtin êdî divê rêxistinên civaka sivîl jî dengê xwe bilind bikin. Ji ber vê me serdana partiyên siyasî kir."    ‘PLATFORMA DEMOKRATÎK'   Ozkan, anî ziman ku çûne cem kîjan partiyê hemûyan jî aniye ziman ku li Tirkiyeyê bêhiqûqîtî heye û got, rêxistinên civaka sivîl, nivîskar, akademîsyen, hunermenn û rewşenbîr bên cem hev du û deklerasyonekê biweşînin. Ozkan got: "Hemû partiyên em çûne cem wan vî tiştî dixwazin. Xebatek wisa heye. Ev divê ne heyeta şopandina girtîgehnî divê di bin navê platformeke demokratîk a berfireh de bê kirin. Û divê em bînin ziman ku divê hiqûqeke gerdûnî bê çêkirin. Wekî paltforma ku di dema greva birçîbûnê ya 2012'an de hatibû çêkirin."    Ozkan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her sal 12 girtîgeh tên çêkirin û yên tên çêkirin bi piranî jî yên tîpa S'yê ne û li van girtîgehan girtî bi "tecrîda li ser tecrîdê" re rû bi rû dimînin.    BANGAWAZÎ   Ozkan, destnîşan kir ku divê her kes piştgiriya malbatên girtiyan bike û got: "Her kes divê bibe hevparê hêsirên dayikan. Hêvîdar im rojek berî rojekê em ê ji vê bêhiqûqîtiyê xelas bibin."