Du kesên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-05-06 09:31:07 ENQERE - Parêzer Yûnûs Emre Şahan û belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Saîd Sirdaş ku li pêşiya avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê hatibûn derbkirin û binçavkirin, hatin berdan.  Parêzer Yûnûs Emre Şahan û belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Saîd Sirdaş duh li pêşiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn derbkirin û binçavkirin. Şahan û Sirdaş piştî kar û barên îfadegirtinê, di saetên şevê de hatin berdan.    Parêzer Şahan ji ber derbên ku polîsan lê dabûn, bi gumana travmaya ser rakirin nexweşxaneyê û piştre jî hate berdan. Hat zanîn ku rewşa Şahan baş e. Sirdaş jî piştî kar û barên îfadeyê yên li emniyetê hate berdan.