Leşker sîxurtiyê li şêniyên gundê Marûnîsê ferz dikin 2022-05-06 10:53:56   COLEMÊRG - Operasyona leşkerî ya li herêma gundê Marûnîs ji 22’yê nîsanê ve hatiye destpêkirin didome. Hat zanîn ku leşker sîxurtiyê li gundiyan ferz dikin.    Li gundê Marûnîsê ya bi ser navenda Colemêrgê ve ye di 22’yê nîsanê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Operasyon heta 26’ê nîsan berdewam kir. Xelkê gund ji ber şer û operasyonê bi terkkirina gund re rûbirû mabû. Li herêmê di navbera endamên HPG’ê û leşkeran de şer qewimîbû û heta niha jî encamek fermî ya vî şerî nehatiye eşkerekirin.    Şêniyên navsere, ciwan ên ji gund û şivanên ku qeyda wan ne li ser gund e ji gund hatine derxistin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li gund tenê çend mirovên pîr û kal mane û pezê gundiyan jî bêşivan mane. Gundiyên dixwazin biçin pezên xwe bigirin û derkevin zozanan jî lê ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin. Gund û ew herêma gund ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Leşker ketin û derketina ji gund qedexe kiriye.    Herêm wek “Herêma ewlehiya leşkerî” hatiye ragihandin û 15 roj in çûnehata wê herêmê û gund qedexe ye.    LEŞKER SÎXURIYÊ LI GUNDIYAN FERZ DIKIN    Yek ji şêniyên gundê Kutosê ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku gundî bi gelek pirsgirêkan re rûbirû mane û wiha got: “Çend roj piştî operasyonê em ji gund hatin derxistin. Ketin û derketina gund ev 15 roj in qedexe ye. Yên ku li gund mane bi pêdiviyên xwarinê yên kêm jiyana xwe didomînin. Ji bo kesên li gund mane û pezên xwe xwedî bikin, cihekî pir biçûk ji bo wan hatiye dayîn. Nahêlin em biçin zozanên xwe û ji me re dibêjin 'Bi me re bin, hûn ku bixwazin dikarin pezê xwe bibine û bijîn’. Ji ber ku em daxwaza wan qebûl nakin, em ji gund tên derxistin. Xizmên me yê mane ji neçarî dimînin. Erzaqên wan xelas dibe û nikarin li wir bijîn. Em bang li hemû kesan dikin ku li me xwedî derkevin. Bila li hawara me werin. Tenê daxwaza me ew e ku ev qedexeya li ser gundê me were rakirin.”