Malbata Şenyaşar 424 roj in Nobeda Edaletê digire 2022-05-06 13:09:23 RIHA - Malbata Şenyaşar a 424 roj in Nobeda Edaletê digire vê peyamê parve kir: “Heqîqet hemû derketin holê. Her kesê xemsar dimîne, dibin şirîkên zilmê.”  Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin, di roja 424’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar wek her sibehê ji navçeya Pirsûsê hatin ber edliyê û dest bi nobedê kirin.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyama bi hashtaga “#SizSorumlusunuz (#HûnBerpirsiyarin)” parve kir û wiha got: “Daxuyaniyên hikûmetê û Serokkomar ên piştî qetlîamê derbarê malbata me de ku kirin, bû sedema ku daraz neşixûle. Heqîqet hemû derketin holê. Wezîrê wê heyamê parlamenterê AKP’ê Ahmet Eşref Fakibaba jî got ku ew hatiye xapandin. Her kesê xemsar dimîne, dibin şirîkên zilmê.”