Sancar: Em bi hevpariya mîrasa Denîzan serbilind in 2022-05-06 14:23:52 ENQERE - Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di bîranîna Denîz Gezmîş û hevrêyên wî de axivî û got: “HDP şanaz û serbilind e ku hevparê mîrasa Denîzan e.”  Pêşengên şoreşger ên nifşa 68’an û sazûmankarê Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan, 50 sal beriya niha hatibûn darvekirin. Îro roja darvekirina van her sê pêşengên şoreşger e. Ji bo bîranîna wan li Goristana Karşikaya Enqereyê merasîm hat lidarxistin. Bi sedan kes ji Enqere û bajarên derdorê berê xwe dan ser goristanê û bernameya bîranînê li dar xistin. Gelek siyasetmedar, nûner û rêveberên rêxistinên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî bîranînê bûn. Dirûşm hatin berzkirin û soza peyama dewamkirina têkoşîna her sê şorşegeran hat dayîn.  Yekitiya Ciwanên Şoreşger (DGB) li ser gorê daxuyaniyek da û diyar kir ku 50 sal berê Denîzan birin ber darê sêdarê û xwestin ronahiya welat tarî bikin û ew ê li ser xeta van şoreşgeran têkoşîna xwe bidomînin.    ‘RONIYA TÊKOŞÎNA WAN VENEMIRÎ’    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar jî beşdarî bîranînê bû û li vir axivî. Snacar anî ziman ku her sê şoreşger 50 sal berê di encama cînayetek siyasî de hatin qetilkirin û wiha got: “50 sal derbas bûn, lê ronahiya têkoşîna wan a bi biryar û wêrek a şoreşgerî, sosyalîzm, azadî û demokrasiyê venemirî. Berevajî vê, ew meşale îro jî rêya me ronî dike. Niha bi milyonan kes di rêya ku wan vekiriye de dimeşin. Ew di dilê milyonan de dijîn. Yên ku ew bi qirkirina siyasî qetil kirin û ji bo îdamkirina wan deng dan, di nav rûpelên şermê de ne; lê Denîz, Yusuf, Huseyîn û sê şitlên me mezin dibin û me ronî dikin û di têkoşîna şoreş û sosyalîzm, azadî û demokrasiyê de dijîn.”    ‘EM Ê XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WAN DERKEVIN’    Sancar anî ziman ku gotinên ku Denîzan li ser rêya darê sêdarê berz kirin di têkoşîna xwe de zindî dikin û got: "Bijî biratiya gelê tirk û kurd û bi bişirînê mirin. Ev gotin û têkoşîna wan ji bo me mîraseke bi rûmet e, di heman demê de bangek e. Ev dirûşme banga mezinkirina têkoşîna hevpar a gelan a li hemû qadên jiyanê ye ku em îro li vir mezintir dikin. Berpirsyariyê dixe ser milê me. Îro jî heman zihniyeta rêveberî ya talanker, mêtinger, hovane bi rengekî dijwar didome. Wezîfeya me ya îro ji banga me ya wê rojê ya sê şitlên me ne cuda ye. Erka me ye ku em têkoşîna hevpar li her qadê mezin bikin û bi hev re li ser rêya şoreşgerî û sosyalîzmê bimeşin. Em ê mîrateya sê şitlên xwe û yên ku mîna wan canê xwe feda kirin û ber bi mirinê ve çûne mezintir bikin û xwedî derkevin.”    EM SERBILIND IN KU HEVPARÊ MÎRASA WAN IN    Çiqas zext, çiqas çewisandin bên kirin, çiqas astengî hebin jî ev têkoşîn didome û HDP şanaz û serbilind e ku hevparê vê mîrasa wan e. Mahîr, Îbo û Mazluman mîna Yusuf, Denîz û Huseyîn rêya me ronî dikin. Erka me mezinkirina têkoşîna hevpar a li ser rêya wekheviya gelan, azadî, demokrasî û sosyalîzmê ye. Em îro bi rêzdarî li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînin. Em ê bîranînên wan her tim zindî bihêlin, em ê têkoşîna wan zindî bikin. Em soz didin wan, bindestan, kedkaran û gelên Tirkiyeyê ku em ê vê têkoşîna xurttir û mezintir bikin.”