Îşkence û muameleya xerab ên li girtîgehên Wan, Îdir û Panosê ‘asayî’ ne! 2022-05-06 15:46:51 WAN - OHD’ê û ÎHD’ê diyar kir ku li girtîgehên Wan, Îdir û Panosê hemû mafê girtiyên ku bi sepanên îşkence, zext û nebaş re rûbirû dimînin bi awayek kêfî hatine astengkirin û îdareyên girtîgehan mewzûatên xwe parastin e.  Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Şaxên Wan û Colemêrgê bi şandeyek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re serdana girtîgehên Îdir, Panos û Wanê kirin û bi girtiyan û rêveberiyên girtîgehan re hevdîtin kirin. Saziyan têkildarî van hevdîtinên xwe raporek derbarê girtîgehan de amade kirin û rapor bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kirin. CivÎn li avahiya ÎHD’a Wanê hat lidarxistin. Rêveberê ÎHD’a Wanê parêzer Nedîm Sarisaç raporê xwend.    ÎŞKENCE LI GIRTIYAN HATIYE KIRIN    Sarisaç destnîşan kir ku girtî li van girtîgehên ku serdana wan kirine bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane û mafên girtiyên ên wek qanûna bingehîn, jiyan, agahî girtin, xwegihandina agahiyên raya giştî, sohbet, spor û tenduristiyê hatine astengkirin. Sarisaç anî ziman ku hemû mafê girtiyên ku bi sepanên îşkence, zext û nebaş re rûbirû dimînin bi awayek kêfî hatine astengkirin. Sarisaç da zanîn ku wan bi îdareyên girtîgehan re jî hevdîtin kirine û îdareyên girtîgehan di hevdîtinan de mewzûatên xwe parastin e û li gorî îdareyan her tiştê tê kirin asayî ye.