Ji bo meşa Geverê bang kirin 2022-05-06 19:35:43   COLEMÊRG – Dê sibê li Geverê li dijî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li Herêma Kurdistana Federe, meşeke girseyî bê lidarxistin. Beriya meşê ji bo tevlîbûnê gazî welatiyan hat kirin.    Êrişên ku Tirkiyeyê di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe dan destpêkirin, didomin. Sibê dê li Gever a Colemêrgê bi meşeke girseyî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê bên şermezarkirin. Beriya meşê Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayyîp Temel, parlementerên HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Mûrat Sarisaç, Saît Dede û aktivîstên Tevgera Jinên Azad li ber Otêla Osloyê serdana esnafan kirin û ji bo meşê bang kirin.   Tê payin ku dê rêvebirên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlementerên HDP'ê jî di nav de bi hezaran kes tevli meşê bibin.    Parlementerên HDP'ê û aktivîstên TJA'yê ji bo meşê belavok belav kirin û serdana dikandaran û welatiyan kirin.    BANGAWAZÎ   Piştî belavkirina belavokan Parlementera Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît bang li gelê Geverê kir: “Li hember kesên ku dixwazin Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve bibin û şerê li Başûrê Kurdistanê didome em sibê saet di 13.00’an de li ber deriyê Otelâ Osloyê kom bibin û vî şerê qirêj şermezar bikin. Hemû kesên azadixwaz, aştîxwaz û demokrat bila sibê piştgirî û hêz bidin me. Û li hember zilmê têkoşîna xwe bilind bikin.”