ROJEVA 7'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-07 09:00:10 * Omer Çeken û Huseyîn Bozkurt ku piştî 30 salan hatin berdan, diyar kirin ku ew berdana xwe weke azadî nabînin û gotin: "Sedsala 21’emîn di hêla fikirandina kesan de bûye sedsala ji çanda xwe, ji rastiya xwe û ji zimanê xwe dûrketinê." * Belgefîlma bi navê "Demans" dê li Êlihê bê nîşandan. Belgefîlm, behsa Heskîfa ku di bin avê de maye dike. * Girtî Yûnûs Okûyûcû ji bo bîranîna Denîz Poyrazê ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê di êrişeke çekdarî de hatibû qetilkirin, bi navê "Bîr Denîz Tanidim" pirtûkak çîrokan çap kir.    * Nazîme Boltan diyar kir ku bi salan e li wêneyan mêze dike û wisa Roja Dayikan pîroz dike û got: "Roja edalet bê û em bigihên zarokên xwe, em ê vê rojê pîroz bikin."    * Wezareta Dadê, biryara DMME'yê ya ji bo betalkirina parêzbendiya parlementerên HDP'ê bi bîra dadgehê xist, lê dadgehê bi biryara "domandina darizandinê" bersiva wezaretê da.    * Bi pêşengiya Tora Çand û Zimanê Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî di navbera 8-16 gulanê de dê gelek partiyên siyasî, saziyên çand, ziman û pêkhateyên Torê, Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cihêreng pîroz bikin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 425'emîn de berdewam bike.    * Xizmên Girtiyan û rêveberên şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar bixin. (12.00) ZINDÎ   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 893'yemîn de ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê çalakiya heftane li dar bixe. (12.00)   * Hevserokên KCD û DBP'ê û parlamenterên HDP'ê têkildarî şerê li dijî axa Başûrê Kuristanê dê li ber Hotêla Oslo ya Geverê daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00) ZINDÎ   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya li Enqereyê û Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê dê wek her hefte balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)