Wezaretê biryara DMME'yê bibîr xist, dadgeh berevajî biryarê tevgeriya 2022-05-07 09:18:13 AMED - Wezareta Dadê, biryara DMME'yê ya ji bo betalkirina parêzbendiya parlementerên HDP'ê bi bîra dadgehê xist lê dadgehê bi biryara "domandina darizandinê" bersiva wezaretê da.  Li Tirkiyeyê dadgeh guh li biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nakin. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê jî daxilî nav van dadgehan bû.    DMME, di 20'ê gulana 2016'an de têkildarî betalkirina parêzbendiya 39 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de biryara binpêkirina mafan dabû. Lê heya niha dadgehek jî li gor vê biryarê hereket nekiriye. Herî dawî Dadgeha Cezayên Giran a 5'an a Amedê jî bi biryara der barê Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca de guh li vê biryarê nekir. Wezareta Dadê ji dadgehê pirsiye bê ka li gor biryara DMME'yê tevgeriyaye yan na lê dadgehê derpêş kiriye ku biryara DMME'yê rasterast ne têkildarî Ûcayê ye û biryara domandina darizandinê daye.    Wezaretê di 20'ê nîsanê de nivîs şandiye ji dadgehê re. Di nivîsê de guherandina qanûna parêzbendiya parlamenteran a di 1'ê nîsana 2022'yan de teqez bûye û biryara DMME'yê ya têkildarî binpêkirina mafan de hatiye bibîrxistin. Her wiha di nivîsê de hatiye ragihandin ku dema îcrayê ya biryarên DMME'yê ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve tê şopandin û ji bo vê li aqûbeta dosyayê hatiye pirsîn.    Wezaretê di nivîsa xwe de ji dadgehê xwestiye ku heya 26'ê nîsanê divê biryar bigihê ber destê wê. Lê dadgehê di heman rojê de biryar daye û biryara DMME'yê ku tê de hatibû diyarkirin divê doz bê betalkirin, qebûl nekiriye. Çendî Wezareta Dadê lînka wergera biryara DMME'yê daye dadgehê jî lê dadgehê di biryara xwe de derpêş kiriye ku wergera biryara DMME'yê di dest wê de tune ye û bi vî awayî daxwaza DMME'yê qebûl nekiriye.    Doza Ûcayê dê di 11'ê cotmehê de ji cihê mayî bidome.