Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Pereyê şer ji berîka xelkê derdikeve 2022-05-07 09:37:29 STENBOL - Welatiyên ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi tevkariya PDK'ê li dijî axa Başûrê Kurdistanê pêk tên dan, diyar kirin ku pereyê şer ji berîka xelkê derdikeve û şer dibe sedema feqîrkirina xelkê.  Êrişên Tirkiyeyê yên bi tevkariya PDK'ê yên li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê didomin. Bertekên li dijî van êrişan jî her diçin zêde dibin. Li Stenbolê welatiyan bal kişand ser krîza aborî û bang li Tirkiyeyê kirin ku dev ji van êrişan berde.    Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Olgûn Taş anî ziman ku daxwaza wan a herî mezin "aştî" û "biratî" ye û wiha got: "Em dixwazin dev ji vê bê berdan. Ji lew re mirov betal in û nikarin debara xwe bikin." Taş, bilêv kir ku şer tenê xizaniyê tîne welêt û wiha domand: "Behsa biratiyê dikin lê li çi li Rojava çi li Iraqê bi bombeyan êrişî kurdan dikin. Ez biratiyeke wisa naxwazim. Ez kurdekî elewî me, ji Mereşê me. Ev komkujî hatin serê me jî. Ez gelê Rojava fêm dikim. Ez gelê bakurê Kurdistanê baş fêm dikim. Ji lew re ev komkujî hatin serê me jî. Jixwe em welatekî xizan in. Tenê em ji bo şer welatî zengîn in. Em eynî wekît iryakên şer in. Pere tune be jî, miheqehe em ji bo çekan pereyan dibînin."    'Ê ZAROKÊ FEQÎRAN BIMIRIN'   Taş, destnîşan kir ku kesên doza biratiyê dikin divê bi hev re bitêkoşin, ji lewre ev şer tenê ne kurdan bandorê li tevahiya civakê dikin. Taş, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her kes divê li dijî vê şerî rabe. Lewre zarok dimirin. Ez naxwazim tu candar bimirin. Ên zarokên wan dimirin bi êşa mirinê dizanin. Devlet Bahçelî dibêje, 'herin alayê li Qendîlê biçikînin.' Ew naçe. Ê diçin zarokên feqîran e û yên bimirin jî dê zarokên feqîran bin. Lewma divê mirov dev ji vê netewperestiyê berdin. Ger dilê wan û mirina van zarokan tune be û biratiya bi kurdan re diparêzin, divê dakevin kuçeyan û hesabê vê yekê bipirsin. Divê ê ji Behra Reş, ê ji Egeyê û yên ji Anatolyaya Navîn jî hesab bipirse. Wê çaxê em ê fêm bikin ku biratiyê diparêzin."    PEYAMA YEKITIYÊ    Tevger Ûzer jî destnîşan kir ku kurd di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin, lewma divê bi yek bin. Ûzer daxuyand ku kurd ji her wextî bêtir di pêvajoyeke zehmet de ne lewma divê bibin yek.   Ji welatiyan Marûf Can jî diyar kir ku kurd bi şerekî pir mezin re rû bi rû ne û axaftina xwe wiha qedand: "Em dixwazin ev şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê bisekine. Ev şer ne şerê gelan e. Ev şer, şerê desthilatê ye. Em dixwazin dev ji vî şerî berdin."    'LI WELAT GUHERTIN ŞERT E'    Abdullah Atay jî anî ziman ku şer dibe sedema bihabûna her tiştî û maliyeta şer ji berîka xelkê derdikeve û got: "Operasyonên derveyî sînor dikin lê tenê li çiyayên vala dixin. Em bi çiyayên vala re şer dikin. Tu feydeya vî şerî li kesî nabe. Pereyê li şer tê xerckirin ji berîka xelkê derikeve. Şer aboriya welat serûbin kiriye. Divê êdî guhertin li vî welatî pêk were."    ‘BILA PERE JI BO CIWANAN BÊ XERCKIRIN'    Firat Derîntaş jî da zanîn ku şer herî zêde li ser feqîran bandorê dike û wiha axivî: "Pêwîste rêveberiya welat were guhertin. Li şûna ku pereyê vî welatî li ser şer tê xerckirin bila ji bo ciwanan bê xerckirin. Her ku diçe şertên jiyankirina li welat zehmettir dibe."   ‘ŞER XESARÊ DIDE XELKÊ'    Şennul Demîral jî diyar kir ku şer tesîrek neyînî li ser jin û zarokan dike û şerên tên kirin dibe sedema krîza aborî. Demîral destnîşan kir ku şer xesarê dide xelkê û divê demildest ev îktidar were guhertin.