‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor! 2022-05-07 11:09:49   ŞIRNEX - Endama MKYK’a Baskê Jinan a AKP’ê Hatîce Atan ku wek “keça manewî” ya Erdogan tê nasîn vê carê jî çav berda Medresa Sor a dîrokî ku li Cizîrê ye.    Endama Desteya Rêveberî û Biryara Navendî (MKYK) ya Baskê Jinan a Navenda Giştî ya AKP’ê Hatîce Atan ku wek “keça manewî” ya Serokkomarê AKP’yî  Tayyîp Erdogan tê zanîn, li şaredariyên ku qeyûm tayîn hatine tayînkirin û li van bajaran serweriya xwe ya ku çav berda ye mal û milkê xelkê didomîne. Atan a ku navê her tim bi bertîlxwarinê û tiştên dij qanûnê tê rojevê, ji bo avahî û mekanên dîrokî yên li Cizîrê bide komeleyên alîgir hewldanên xwe didomîne. Atan vê carê jî çav berda ye Medresa Sor a ku di sedsala 14’emîn de li Cizîrê hatiye çêkirin.    SEROKA HER KOMELEYÊ YE    Atan a ku Seroka Komeleya Pêşvebirin û Çand û Hunerê ya Birca Belek e û Koordînatora Giştî ya Navenda Desteka Malbatan e li gel vana di gelek komele û saziyên nêzî AKP’ê de rêveberî û serokatiyê dike.    BIRCA BELEK KIRIYE OFÎSA XWE    Atan a ku di hemû protokolên fermî de cih jê re tê veqetandin li Birca Belek a dîrokî jê re ofîsek xebatê hatiye veqetandin û vir ji bo kar û berjewendiyên xwe bi kar tîne.    SEROKA ŞAREDARIYAN E    Derket holê ku li Îdareya Taybet a Bajarê Şirnexê 11 sal in prîmên sîgortiya Atan tê razandin û bi awayek rêkûpêk her meh meaşê xwe distîne. Di sala 2016’an de rayeya îmzekirinê ya li şûna qeyûmê Şaredariya Şirnexê dabûn Atan. Ev kes hêj li bajêr wek seroka fîîlî ya şaredariyan tê nasîn.    NIHA JÎ ÇAV BERDA YE DE MEDRESA SOR   Medresa Sor ku girêdayî Midûriyeta Giştî ya Weqfan a bi ser Wezareta Çand û Turîzmê ve ye. Di 30’ê îlona 2019’an de biryara restorasyona Medresê hat dayîn. 4 sal in ev restorasyon didome û 4 milyon 42 hezar û 289 lîre pere ji bo nûkirina wê hatiye veqetandin. Atan ji bo ku Medrese bikeve destê Komeleya Alîkariya Xêrê ya Însanî û kontrola wê ew bikin, ketiye nava tevgerê û hewldanan.    MEDRESÊ JÎ DIKE OFÎSA XWE   Hat zanîn ku Atan ji bo Medreseyê serî li Midûriyeta Giştî ya Weqfan daye. Hat diyarkirin ku Atan dixwaze beşek Medresê ji bo vê komeleya navborî bê veqetandin beşek jî ji xwe re bike ofîsa xebatê.    DERBARÊ DÎROKA MEDRESA SOR DE   Medreseya Sor, cihekî dîrokî û kevnare ye li Cizîra Botan. Medreseya Sor ji aliyê Mîr Şerefdînê Duyem ve hatiye avakirin. Emîr Şerefê Duyem ê kurê Emîr Bedredînê kurê Emîr Şerefê Yekem ê kurê Emîr Alî Begê kurê Mecdedîn e. Cizîr di 1475'an de ketiye bin destê Aqoyunîyan de. Di wî demî de Mîrên Cizîrê tevde hatine sirgûn kirin, gelek ji wan jî hatine kûştin. Emîr Şerefê Duyem ê kurê Emîr Bedredîn bi alîkariya gelê Botanê di 1508'an de dîsa Cizîr girtiye.    Avahiya Medreseya Sor bi mîmariya xwe ji cûreyên medreseyên hewşa wan vekiriye. Di nava gel de wek Medresa Sor tê nasîn. Medreseya Sor, li rojavayê Cizîrê li ser sûrhê hatiye avakirin. Ji ber ko bi pirnî bi toxlayên sor hatiye avakirin ji wê re “Medreseya Sor” hatiye gotin. Ji bo ketina malde li pêşiya deriyê wê yê ji derve 4 derincên bi kevir hatiye çêkirin. Medrese ji aliyê rojhilat ve 18,95 m ji erdê bilind e, bes binetara wê jî 1,10 m ji erdê bilindtir hatiye danîn. Aliyê wê yê başûr bi sê eywan e û mizgefta medreseyê jî di wê beşê de ye. Tirbeya Mela Ehmedê Cizîrî li aliyê rojhilat yê mizgeftê ye.   Li aliyê medresê yê bakur sê eywan hene, ya aliyê çepê 3,45 m vekiriye û mîhraba wê ya zivistanî jî heye. Eywana aliyê rastê 3,46 m, ya nêvê jî 5,19 m vekiriye. Ew eyvanên difekin hewşê, gûşeyê hemiyan 10-13 cm bi çal û mirtikin. Ji eywana nêvê ji bo çoyîna herdû eywanên teniştê deriyên bi 1,33 m û serdera wan jî bi qûbbe hene. Eywana aliyê rastê di rastê wê de deriyek 0,93 m fireh heye, peşderiyek 2,44 x 2,45 m û serbanê wê bi qûbe hatiye çêkirin.   MA / Dilgeş Ruvanas