Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn 2022-05-07 13:41:32   AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan û ÎHD'a Amedê vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Can Ayşîn pirsîn. Li Êlihê jî li aqûbeta Ahmet Tekîn hat pirsîn.    Xizmen Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 691’emîn de çalakiya xwe li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu berdewam kir. Xizmên windayan vê hefteyê çîroka Mehmet Can Ayşîn ê di 7’ê gulana 1994’an de li gundekî Licê hat binçavkirin û pişt re agahî jê nehat girtin parve kirin. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD, endamên DAKAP’ê, Xizmên Windayan û gelek kesen din amade bûn. Malbatan dîsa wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin û pankarta mezin a wêneyên windayan û “Bila winda bên ditin û kujer bên darizandin” nivîsî bû vekirin.    Di çalakiyê de ewil Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û anî ziman ku di pêvajoya pêkanînên dijdemokratîk û peyvên nifrînê pêş dikevin de dijîn û wiha got: “Peyv û êrîşen nifrînê li dijî kurdan û zimanê kurdî bi giranî didome. Dijminantî bi gotinên nifrînê didomin. Sedema van hemû binpêkirinên giran, bêguman ji ber polîtîkayên aştiyane nayên bikaranîn. Sedema van geşedanan polîtîkayên şer in. Ji ber vê yekê wekî parazvanen mafên mirovan em bawer dikin ku di serî de pirsgirêka kurd û hemû meseleyên din tenê dikare bi muzakereyên demokratîk û bêtundî çareser bibin. Bi muzakereyên demokratîk û diyalogan ancak çareser bibin. Em dixwazin operasyonên leşkerî bi lez bên bi dawîkirin. Em dixwazin ji bo pêvajoya diyalog û muzakereyan gavên şenber bên avêtin.”   Zeytûn, da zanîn ku îro hemû dayikên ku zarokên wan girtî bi fikara ku dê zarokên wan jiyana xwe ji dest bidin dijîn û got: “Di vê pêvajoya Roja Dayikan de diyariya herî baş ew e ev şer bi dawî bibe.”   28 SAL IN LI BAVÊ XWE DIGERE    Pixt re keça Mehmet Can Ayşîn, Aynûr Ayşîn qala bavê xwe kir û wiha got: “Ez 28 sal in li bavê xwe digerim. 28 sal derbas bûn 29 salin bê navber li bavê xwe digerim. Di sala 1994’an de leşkeran bi ser gundê me de girtin û şewitandin. Wê demê bavê min û gelek gundî binçav kirin. Birin Dibistana Leylî û li wir winda kirin. 28 salin bê navber li bavê xwe digerim. Heta em bimirin em ê li vir bin. Em ê heta dawî li windayên xwe bigerin.”   'EM NAXWAZIN DAYIK HÊSIRAN BIRIJÎNIN'    Endamên Platforma Jinan a Dicle Amedê (DAKAP) jî pişytgirî dan malbatan. Li ser navê Platformê Emîne Akşahîn anî ziman ku dayik ne tenê ji bo windayan têdikoşin, di heman demê de ji bo aştiyê, edalet û demokrasiyê têdikoşin û wiha got: “Em êdî naxwazin dayikên me hêsirên çavan birijînin. Em naxwazin êdî dayikên me êşê bijîn.”   Rêvebera ÎHD'a Amedê Ezgî Sila Îpek çîroka windakirina Ayşîn xwend. Li serpêhatiyê; di 5’ê gulana 1994’an de leşkeran bi ser gund de girtin û zêdeyî 50 welatî binçav kirin. Mehmet Can Ayşîn jî binçav kirin. Di 7’ê gulana 1994’an de gundî berdan û Mehmet Can Ayşîn winda kirin. Malbatê ji wê rojê û şûnde serî li hemû rayedaran dan. Lê heta niha encam bi dest nexistin.   Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÊLIH    Xizmên Windayan û ÎHD'a Êlihê jî di hefteya 528'emîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li avahiya komeleyê li dar xistin û wêneyên windayan hildan. Rêveberê ÎHD'a Êlihê Huseyîn Elçî destnîşan kir ku ew ê her li aqûbeta windayan bipirsin.    Huseyîn Elçî di berdewamiya daxuyaniyê de çîroka windakirina Ahmet Tekîn ê di sala 1994'an de li Licê ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin, xwend.    Li vir jî ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.