Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye 2022-05-07 13:42:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdemeke ku xelkê Herêma Federal a Kurdistanê di nava şert û mercên zehmet ên krîza aborî de dijî, bi milyar dolaran mal û milkê malbata Barzanî derketibû holê. Rojnameger Zack Kopplîng diyar kir ku ev mal û milkê ku parve kiribû, qismekî biçûk ê serweta Barzaniyan e. Rojnamegerê amerîkî Zack Kopplîn çend roj berê têkildarî mal û milkê malbata Barzaniyan nûçeyek weşandibû. Di nûçeyê de agahiyên girîng hatin parvekirin. Rojnameger Kopplîng bi Rojnameya Yenî Yaşamê re axivî. Kopplîn da zanîn ku daneyên xwe bi gelek çavkaniyên cuda daye piştrastkirin. Kopplîn, destnîşan kir ku ne parêzer ne jî tu endamên malbata Barzanî piştî nûçeyê tu daxuyaniyên derewandina nûçeyê neweşandine. Kopplin dibêje ku ev daneye, tenê qismekî biçûk ê mal û milkê malbata Barzanî ye.    Kopllîng, li gorî daneyên di destê xwe de sermayeya Barzaniyan wiha aşkera kir:   “* Li Dubaiyê milkên bi sed milyon dolaran.   * Projeya Zaîtoon Cîty 1,27 milyon dolar (nirxandinek ku ji aliyê fona razevaniyê a KRG ve hatî kirin)   * Rafînera Lanaz a bi 300 milyon dolaran (nirxandinek ku ji aliyê fona razevaniyê a KRG ve hatî kirin)   * Milkên bi 100 milyon dolaran ên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).   * Nirxên şirketên weke Ster û Kar.   Zehmet e ku mirov bizane ka malbat çiqas pereyan rê ve dibe, lê li gorî agahiyên ji raya giştî re vekirî tên peyda kirin, em dikarin bi rehetî bibêjin ku bi mîlyar dolaran e.”   Kooplîng der barê rêbaza pakkirina pereyan de jî wiha got:   “DYA, destûr dide milkên anonîm û xwediyên şîrketan. Parêzer û şêwirmendên qanûnî heta ku xeletiyek nekin, dikarin sermayeya wan veşêrin. Ev tê wateya ku wê ev dahatûyek zêde bi xwe re bîne û bikarin sermaya xwe veşêrin.”   ‘NÛÇE NEHAT DEREWANDIN’   Bi domdarî Kopplîng anî ziman ku ji bo derewandina vê nûçeyê malbata Barzanî û parezerên wê tu daxuyanî nedane û wiha domand: “Her tişta ku min nîvîsandî hatiye piştrastkirin û xwe dispêre daneyan.”   Di berdewamê de Kopllîng ji bo pirsa “Sermayeya wan tenê mal û milk e yan nîşane hene ku li qadên din de jî razemenî kirine” jî ev bersiv da: “Agahiyên ku di çavkaniyên vekirî de hene bi şîrket û mal û milkên li Kurdistanê re eleqeder e.”   MAL Û MILKÊ AŞKERA BÛYÎ   Nîvîsa ku Zack Kopplîng û Basma Humandî ji bo Amerîcan Prospectê nivîsînê aşkera kir ku Barzanî ji bo sermayêya xwe veşêre, bi parêzer Dan Wîthers re dixebitin. Barzanî û parêzerê wan bersiv nedan hevdîtina Zack Kopplîn û Basma Humandî û pirsên derheqê vê de jî nebersivand.   Kopplîng nîvîsandiye ku Mesrûr Barzanî 12 hezar metrekare milk bi nirxê 18.3 milyonan kiriye û gelek milk li ser birayê xwe Muksî Barzanî qeyd kiriye. Kopplîn, di gotara xwe ya bi navê “Cowboy Drugstore” de, bi giştî sermayeya Barzaniyan a bir nirxê 75 milyar dolaran deşîfre kir. Kopplîn, diyar dike ku Malbata Barzanî qasî 50 milyar dolar pere bi rê ve dibe.