Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan 2022-05-07 14:09:51   MÊRDÎN - Girtiyê nexweş Seyîthan Ay ku ev 30 sal bûn girtî û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihat ragirtin, hate berdan.   Seyîthan Ay ku di 17 saliya xwe de hatibû binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebbetê lê birîbû, ev 30 sal bûn di girtîgehê de. Ay, piştî 30 salan di 47 saliya xwe de hate berdan. Ay, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihat ragirtin û şevê din hate berdan û ji hêla malbata xwe ve hat pêşwazîkirin. Piştre jî Ay li gel malbata xwe çû mala xwe ya li Nisêbîn a Mêrdînê.    Ji ber helwesta cihêkar, di navbera Ay û bijîşkê nexweşxaneyê de nîqaş derketibû û bijîşk jî emeliyata Ay betal kiribû. Ji ber nexweşiya di qirika xwe de, Ay di girtin û dayîna bêhnê û xaftinê de zehmetiyê dikişîne. Hat zanîn ku Seyîthan Ay dê di demekî nêz de biçe nexweşxaneyê û derman bibe.