Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike 2022-05-07 14:10:32   COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz li Geverê bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re da û got ku PDK destkeftiyên gelê kurd pêşkeşî Tirkiyeyê dike. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku sekna gelê kurd a li hemberî şer dê pêşerojê diyar bike.    Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Êrişa Tirkiyeyê li Gever a Colemêrgê hate protestokirin. Di çalakiyê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyên herêmê beşdarî çalakiyê bûn.    Di saetên serê sibehê de hemû cehde û kolanên navçeyê ji hêla polîsan ve hatin girtin. Kesên ku dixwestin derbasî avahiya Rêxistina Navçeyê ya HDP’a Geverê bibin jî di lêgerîna GBT’ê re derbas bûn. Girse, li sê aliyan hatibû ba hev û polîsan got ku dê destûra daxuyaniyê nedin. Tevî hemû astengiyan jî girse li pêşiya Navenda Kar a Zagrosê hatin ba hev û pankarta “Em ê li dijî xiyanet û dagirkeriyê xaka xwe biparêzin. Bijî şerê rûmetê.” vekirin.    Di çalakiyê de dowîzên “Bêdengî mirin e”, “Kurdistan yek e parçe neke”, “Bijî berxwedana kurdan” û “Bimre xiyanet” hatin vekirin.     ŞERÊ AQÛBETA QESRÊ   Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û got ku şerê heyî ji bo pêşeroja gelan nayê kirin. Aydenîz, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Desthilatdarî hemû pêşeroja xwe li ser dijminatiya li hemberî kurdan û gelên din ava dike. Ev desthilatdarî hebûna xwe ji polîtîkaya şer digire. Ji bo pêşeroja xwe her tim serî li polîtîkaya şer, tecrîd û qirkirinê dide. Tu xêra vî şerî bo gelan tune ye. Em li vir dibêjin; polîtîkaya şer û têkbirinê dimeşînin lê niha ew bi xwe li ber têkçûnê ne. Em baş dizanin ku ev şer, şerê ji bo aqûbeta Qesrê ye. Şerê domandina desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Ev şer, krîza aborî û pirsgirêka kurd hêj kûrtir dike.”    ‘DIVÊ GELÊN TIRKIYEYÊ ŞER QEBÛL NEKE’   Bi domdarî Aydenîz anî ziman ku desthilatdariyên Tirkiyeyê her tim serî li şer dane lê tu carî bi ser neketine û wiha pê de çû: “Em baş pê dizanin ku dê ev desthilatdarî jî bi vê polîtîkaya şer nekare tiştekî bi dest bixe. Dê berxwedana gelê kurd a li dijî şer û têkoşîna wan a ji bo azadî û siyaseta demokratîk bidome. Ne tenê kurd, di vî şerî de dê demokrasiya Tirkiyeyê jî winda bike. Divê em tevek bi hev re ji vî şerî re bibêjin ‘na.’ Bi vî şerî re pêşeroja Tirkiyeyê tê tunekirin. Lewma ne tenê kurd divê hemû gelên Tirkiyeyê şer qebûl nekin û dengê xwe derxînin.”   TECRÎD Û ÊRIŞÊN SER HDP’Ê   Di berdewamê de Aydenîz bal kişand ser polîtîkaya tecrîdê û wiha derbirî: “Ev polîtîka, li Îmraliyê dest pê kir. Heta ku ev şer û tecrîd bidome dê tecrîda li Tirkiyeyê jî girantir bibe. Sedema pirsgirêkên heyî, polîtîkaya şer, qirkirin û nîjadperestiyê ye. Divê muxalefet jî dengê xwe derxîne. Desthilatdarî dixwaze bi êrişên ser kurdan re emrê xwe dirêj bike. Êrişa dawî ya li ser HDP’ê yek ji mînakên van êrişan e. Vê rewşê dîsa raxist ber çavan bê ka çiqas qels in. Ne hedê kesekî ye ku êrişî siyasetmedarên jin, kurd û HDP’ê bike. Her ku winda dikin, bêhtir êrişkar dibin. Lewma em ê heta dawiyê têbikoşin û serî netewînin.”    ‘PDK DESTKEFTIYÊN KURDAN PÊŞKEŞ DIKE’   Aydenîz, di berdewamê de qala têkiliya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re kir û wiha dom kir: “Em li vir bang li xelkê Başûr dikin; parastina destkeftiyên gelê kurd peywira hemû kurdan û ya kurdên Başûr jî ye. Malbata Barzanî û PDK’ê bi têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re destkeftinên kurdan pêşkeş kirine. Em vê helwestê şermezar dikin. Divê di zûtirin dem de dev ji vê helwestê berdin. Em ê tu çareseriyeke ku xelkê Şengalê ne di nav de, qebûl nekin. Dê xelkê Şengalê bi xwe pêşeroja xwe diyar bike. Em bi wan re ne. Yên ku di şer de israr dikin, li gel ewqas teknîkê jî di şer de çekên kîmyewî bi kar tînin. Dewletên li dijî vê bêdeng jî parçeyeke van binpêkirinên mafên mirovan û şer in.”    'PDK XIYANETÊ LI WESIYETA QAZÎ MIHEMED DIKE’    Piştre jî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û wiha got: “Ev şer dê 100 salên gelê kurd û Kurdistanê diyar bike. Lewma desthilatdariya AKP-MHP’ê êrişî çar parçeyên Kurdistanê dike. Hewldana qirkirina kurdan û dagirkirina xaka wan e. Êrişeke li dijî ziman û çanda kurdan e. Lewma li kîjan deverê dibe bila, divê em li dijî van û yên bo berjewendiyên xwe nirxên xwe difiroşin derkevin. Bi salan e tu encam ji êrişên xwe negirtin. Divê kurd li dijî van êrişên tunekirinê bibin yek û bi hev re tevbigerin. Divê gelê kurd bertek nîşanî PDK’ê bide ku ji Tirkiyeyê re xizmetê dike. Qazî Mihemed 75 sal berê wesiyet kiribû. Digot; ‘ji bo pere û berjewendiyên xwe gelê xwe nefiroşin. Bibin yek ji ber ku hûn bihêz in. Heke hûn bibin yek dê bi ser kevin.’ Lê PDK îro vê wesiyetê binpê dike. Lê gelê kurd dê vê wesiyetê pêk bîne. Sekna gelê me dê pêşeroja me diyar bike. Lewma divê êdî gelê me yê Başûr ji PDK’ê re bibêje êdî bes e.”    Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû. Piştre jî girse ber bi avahiya partiyê ve meşiya.