ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan 2022-05-07 14:55:52   ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler ê 82 salî û ji ber rewşa wî ya giran xwest tavilê were berdan.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sumerbanka berê ya li Konakê daxuyanî da. Rêveberên ÎHD’ê, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu, rêveberên HDP’ê û HDK’ê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Li hemberî mirina girtiyên nexweş bêdeng nemîne” vekirin.    Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler ê 82 salî ku rewşa wî giran e û li Girtîgeha Menemena Îzmîrê tê ragirtin.    Çîçek anî ziman ku di warê neberdana girtiyên nexweş de ji Wezîrê Dadê bigire heta rayedarên darazê her kes sûc dike û mafê tedawiyê mafê her kesî ye.    REWŞA WÎ GIRAN E    Çîçek bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler û got: “Wî di 29’ê adarê de ji Girtîgeha Îskenderûnê sewqî Girtîgeha Menemena Rîzeyê ya Tîpa R’yê kirine. Ji sala 1994’an ve girtî ye û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Gelek nexweşînên wî hene, wek dil, hipertansiyon û îltîhabê. Tişt nayên bîra wî û bi zorê diaxive. Çongên wî diêşin û di laşê wî reş û şîn dibe. Nikare xwe li ser pêya bigire. Dema çûye hevdîtina dawî jî xwe bi dîwaran girtî ye û çûye hevdîtinê. Nikare bi tena serê xwe bimîne. Şert û mercên gitîgehê rewşa wî girangir dike. Divê tavilê were berdan.”