Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin 2022-05-07 15:33:53 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê da zanîn ku girtiyê nexweş Abdurrahman Yildirim ku di serê wî de parçeyên şarapnalê hene, di hucreya yekkesî de tê ragirtin û xwest ku Yildirim were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin. Komîsyonê, çalakiya hefteya 528’emîn li pêşiya avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de rewşa girtiyê nexweş Abdurrahman Yidirim hat vegotin. Di sala 1996’an de ji ber teqînekê 4 parçeyên şarapnalê di serê Yildirim de man û ji ber vê yekê hate emeliyatkirin. Li gel ku xetereya mirinê li ser jiyana Yildirim heye, nayê berdan û niha li Girtîgeha Hejmar 3 ya Tîpa T a Şakran a Îzmîrê tê ragirtin. Yildirim, ev 26 sal in girtî ye. Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek parastvanên mafên mirovan amade bûn.    Daxuyanî ji hêla Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hate xwendin. Yolerî got ku divê raporên girtiyên nexweş ji hêla nexweşxaneyên baş ve bên amadekirin û wiha got: “Piştî van raporan jî divê werin berdan. Divê girtî, li cem malbatên xwe bên dermankirin û sîgorteya wan a tenduristiyê jî dewlet bide. Divê Saziya Tipa Edlî (ATK), di mijara rapora paşdexistina ceza de tekane saziya diyarker nebe. Divê rayeya dozgerên komarê jî bê rakirin. Divê raporên nexweşxaneyan esas bên girtin û krîtera ‘ji bo ewlekariya civakê xetere ye’ jî ji hincetên neberdanê bê derxistin. Divê giştînameya Serokkomariyê bê guherandin û rayeya efûyê ji bo hemû girtiyên nexweş bê bikaranîn.”    'TERKÎ MIRINÊ DIKIN’   Yolerî, da zanîn ku divê qanûnên girtîgehan ên Tirkiyeyê li gorî Qanûnên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî (NY) bên sererastkirin û hikûmet dev ji cihêkariya di navbera girtiyan de berde. Bi domdarî Yolerî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdurrahman Yildirim û wiha bi dawî kir: “Yildirim, ji sala 96’an heta niha di girtîgehê de ye. Ji ber teqînekê di serê wî de 4 parçeyên şarapnalê hene. Lewma hatiye emeliyatkirin û 2 parçe jê hatine derxistin. Lê ji ber xetereya mirinê li ser jiyana wî çêdikirin, du parçeyên din nehatin derxistin. Ji ber vê yekê jî rewşa Yildirim roj bi roj xerabtir bû û xetereyeke mezin li ser jiyana wî heye. Yildirim di heman demê de niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin.”