Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin 2022-05-07 15:38:15 ŞIRNEX - Hat diyarkirin ku li Çiyayê Gabarê di şerê 5’ê gulanê de 2 leşker hatine kuştin.  Hat diyarkirin ku li gundê Hêtma bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ku dikeve quntara Çiyayê Gabarê di 3’yê gulanê de di navbera endamên HPG’ê û leşkeran de şer qewimî ye. Hat zanîn ku şer du rojan berdewam kiriye û 2 leşker hatine kuştin. Hat ragihandin ku piştî kuştina her du leşkeran ketin û derketina herêmê hatiye qedexekirin. Hat diyarkirin ku ji 3’yê mehê ve li herêmê tevgera leşkerî didome.