Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû 2022-05-07 17:31:18   AMED – Amedsporê di hefteya dawî ya heyamê de li qada xwe bi Pendîksporê re lîst. Lîstik 0-0 bi dawî bû. Di play-offê de Amedspor ewilî dê bi Tarsûs Îdmanyûrdûyê re bilîze.   Amedspor ku di Koma Spî ya Lîga 2'yan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TTF) de dilîze, di hefteya 38'an a lîgê de li qada xwe şampiyonê Koma Spî Pendîksporê kir mêvan. Amedspor ku play-off mîsoger kiriye, di lîstika dawî de heya dawiyê li ber xwe da, lê kir nekir gol bi dest xist.    Lîstik li qada Amedsporê hat lîstin. Di lîstikê de hem Amedsporê hem jî Pendîksporê heya dawiyê li ber xwe dan ji bo serketinê. Di nîveka ewil a lîstikê de her du tîm jî du caran nêzî golê bûn.   Di nîveka dudoyan de Amedspor bû serwerê lîstikê û 5 pozîsyonê krîtîk bi dest xistin. Di deqeya 54'an de Muhlîs pir nêzî golê bû. Piştî Muhlîs di heman deqeyê de Îsmaîlcan jî bi kalevanê Pendîksporê Emre Aydin re rû bi rû ma. Lê bi mudaxileya kalevan re Îsmaîlcan ket xwarê û Amedspor li bendê bû ku dadwer penaltiyê bide, lê dadwer lîstik domand. Di deqeya 75'an de vê carê ji Amedsporê Mehmet Alaeddînoglû ji qada xwe bi şûtek şid berê gogê ber bi qala hevrikê xwe ve şand. Destê kalevan Emre Aydin hew qederê gihaşt gogê û gog ber bi aûtê ve çû. Bi vê re kalevan Aydin seqet bû û piştî çend deqeyan ji lîstikê derket. Di deqeya 90+2'yan de jî ji Amedsporê vê carê Mansûr gog ber bi qaleyê ve şand lê gog hew qederê çû derve.    Lîstik 0-0 bi dawî bû.    Bi vî awayî Amedsporê pûanê xwe kir 57 û di rêza dudoyan de ma.    Hefteya bê dê maçên play-offê bilîzîn. Amedspor dê di 12'ê Gulanê de bi Tarsûs Îdmanyûrdûsporê re bilîze. Maça ewil a play-offê ya Amedsporê dê li qada Tarsûs Îdmanyûrdûsporê be. Lîstika dudoyan jî dê di 16'ê Gulanê de li qada Amedsporê bê lîstin.