Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin 2022-05-07 19:36:23   AMED - Dêra Sûrp Gîragosê ku di dema qedexeyên derketina derve yên Sûrê de hatibû texrîbkirin, piştî 7 salan hat vekirin.    Dêra Sûrp Gîragos a ermenan ku di dema qedexeyên derketina derve yên di sala 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû texrîbkirin, piştî 7 salan hat vekirin. Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy, qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaloglû, Serokê Dêra Sûrp Gîragosê Ergun Ayik û gelek ermeniyên ji Stenbolê, Êrivan û dîasporayê hatin tevli merasîma vekirina dêrê bûn.    Di merasîma vekirinê de ewilî Serokê Dêrê Ergun Ayik axivî. Ayik qala dîroka dêrê kir û got, ew hêvî dikin ku dêr heta bi hetayê li ser pêyan bimîne.    Piştî axaftinan li dêrê ayîn hat kirin û piştî 7 salan Dêra Sûrp Gîragosê hat vekirin.    Tê payin ku sibê ayineke mezin li dêrê bê kirin.