Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar 2022-05-08 09:07:57   STENBOL - Elewiyan ji bo êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe gotin, divê pêşî demildest şer bi dawî bibe û li dijî êrişan ji bo yekîtiyê bang kirin.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ên di 17 Nîsanê de li hemberî herêmên Herêma Kurdistana Federe didomin. Bertek û çalakiyên li hemberî van êrişan jî didomin. Elewiyan ku hefteya borî li dijî vî şerî daxuyanî dabûn, ji bo bidawîbûna vî şerî bang kirin.    Pîrê Ocaxa Axûcanê Îbrahîm Erdogan, bibîr xist ku gelê kurd ji dîrokê ve bi komkujiyan re rû bi rû ye û tim li dijî van komkujiyan têdikoşe. Erdogan ji bo sedema van êrişan jî got: "Gelê kurd xwe bi gelên cîhanê da naskirin. Dewlet hêza gelê kurd qebûl nakin. Sedema van êrişên zalim tunekirina xweza, zarok û keda gelê kurd e."    ‘KES NIKARE KURDAN BIQEDÎNE'   Erdogan, diyar kir ku welatên Ewropayê li ber bikaranîna çekên kîmyewî xwe li bêdengiyê datîne û got: "Ji lew re Ewropa Tirkiyeyê wekî qereqolekê bi kar tîne û bi vê re zengîniyên mezin ên Rojhilata Navîn bi dest dixe. Bang li gelên Tirkiyeyê dikim; te bi kar tînin û xwezaya te diqedînin. Gelên vî welatî kirine dijminên hev. Bila her kes hişê xwe bîne serê xwe û li ser pêşeroja xwe û zarokên xwe hûr bibe û ji bo aştiyê tevbigere. Tu kes nikare gelê kurd biqedîne. Di dîrokê de jî wisa ye. Werin em bi awayekî mirovane li dor maseyê rûnên, biratiya xwe zexim bikin û bi hev re bijîn."    LI DIJÎ ŞER YEKÎTÎ   Ji Ocaxa Qureyşanê Elîf Akyol diyar kir ku ew doza aştiyê dikin. Akyol got: "Êdî bila ciwanên me nemirin û dayikên me negirîn. DIvê çareyek bê dîtin. Em bibin yek û elewî dikarin pêşengiya vê bikin. Bes bertekên biçûk têr nakin, divê em li her derî bertek nîşan bidin. Êdî bila dayik negirîn û cenaze neyên. Em pêşî li ber vî şerî bigirin û bibin yek."    ‘ÊN AŞTÎXWAZ DIVÊ BÊN CEM HEV DU'   Rêvebira Cemxaneya Pîr Sûltan Abdalê Karanfîl Çaylak jî anî ziman ku ew dixwazin êriş bi dawî bibin û aştî çêbibe. Çaylak, destnîşan kir ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan dixwaze desthilata xwe bi polîtîkayên şer bidomîne û got: "Gel çavtirsandî dikin. Erdogan dixwaze hêza xwe xurt bike. Lê divê em bên cem hev du. Kesên aştîxwaz divê bên cem hev du. Mirov bertekek xurt nîşanî vî şerî nadin. Mirov dakevin kuçeyan û dengê xwe bilind nakin. Kîjan gel dibe bila bibe, li ku derê dibe bila bibe. Em li her derî doza aştiyê dikin. Hêvîdar im ev zilm biqede. Lê heya Erdogan li ser serê me be dê ne şer biqede ne jî zim."    ‘DIXWAZIN PERGALA XWE BIDOMÎNIN'   Ji pîrên Ocaxa Baba Mansûr Huseyîn Esen jî diyar kir ku desthilata AKP-MHP'ê ji bo berdewamiya desthilata xwe van êrişan pêk tîne û got: "Ev êriş têkildarî bîrdozî û fikira desthilatê ne. Ji lew re dixwaze her tişt wekî wan be. Lewma gel çavtirsandî dikin. Dixwazin bi tirsê pergala xw ebidomînin. Îro navê vê Erdogan e, sibê dibe ku tiştekî din be."    YEKÎTÎ   Esen, destnîşan kir ku derdê kurdan hebûna çanda wan e û got: "Em elewî baweriya xwe bi vê tînin ku mafê her gelî ye ku bi çand û zimanê xw ebijî. Elewiyên xwedî nasnameyên cuda jî hene. Lewma em wisa difikirin ku he rgel bi zimanê xwe û çanda xwe hebûan xwe didomîne. Lê ên welêt bi rê ve dibin xwedî feraseteke yekparêz in. Tiştên li vê erdnîgariyê diqewimin pirsgirêka hemû kesan in. Lewma divê her kes li ser hûr bibe û tirsa li se rxwe bide alî û doza aştiyê bike. Yan na tiştên îro têns erê gelê kurd dê sibê bên serê hin derdorên din jî. Lewma ji xeynî têkoşînê tuçareyek tune ye."