Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid 2022-05-08 09:10:27   RIHA- Hevserokê Şaxa SES'a Rihayê Salih Karataş, got: "Em dizanin ku roja komujî çêbû wezîr, walî, polîs û serbijîşkê nexweşxaneyê jî nexweşxaneyê bûn. Ev kes dikarin bibin şahid li dadgehê. Edaleta civakî ancax bi vî awayî dikare pêk bê."    Li navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilbijartinên giştî yên 24'ê Hezîrana 2018'an parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildizê çûn kargeha malbata Şenyaşarê û li vir bi çekê 6 kes birîndar kirin û li nexweşxaneyê bav Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar bi awayekî hovane kuştibûn. Lê xizm û parêzvanên Yildiz bêyî ku bên girtin nêzî 4 salan bi rihetî ji xwe re li derve geriyabûn. Qeydên kamerayê û şopên xwînê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û delîlên din hemû li ber çavên rayedaran hatibûn windakirin. Piştî nêzî 4 salan di çarçoveya dosyeya nexweşxaneyê de, di 22'yê Nîsanê de ji malbata Yildiz 10 kes hatibûn binçavkirin. Paşê hatibû diyarkirin ku kesên tiliya wan di vê komkujiyê de heye di ser 30'yî re ne.    Şahidan di îfadeyên xwe de diyar kiribû ku nêzî 400 amûrên kamerayê yên li nexweşxaneyê li ber çavê polîsan di nava saetekê de hatine rakirin. Ev yek di raporên vekolandinê yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de jî xwe dabûn der.    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) ya Rihayê Salih Karataş, bibîr xist ku piştî komkujiyê gef li xebatkarên tenduristiyê hatiye xwarin ku nebin şahid û tiştên qewimîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin.    '37 KES HATINE TEŞXÎSKIRIN LÊ 4 KES HATIN GIRTIN'   Karataş, destnîşan kir ku ji malbata Şenyaşar 3 kes li nexweşxaneya dewletê hatine kuştin û gava ev kes li nexweşxaneyê hatine kuştin rayedarên nexweşxaneyê jî li wir bûne. Karataş, bilêv kir ku piştî nêzî 4 salan 4 kes hatine girtin û ev yek jî ji ber têkoşîna malbatê hatine girtin. Karataş, bilêv kir ku kesên tiliya wan di vê komkujiyê de heye û xwe li nedîtinê danîne hemû divê bên girtin û got: "Wê demê ma bang li rayedaran kir ku hesas bin. Lê mixabin piştî 4 salan bi têkoşîna malbatê 37 kes hatin teşxîskirin û ji van kesan 4 kes hatin girtin. Kesên tiliya wan di vê komkujiyê de û kesên xwe li nedîtinê danîne hemû divê bên girtin. Girtina 4 kesan dilê malbatê rihet nekiriye."    DIVÊ BIN ŞAHID   Karataş, diyar kir ku dema komkujiyê şahid "newêribûne" şahidiyê bikin û got: "Wê demê li gor tiştên endamên me yên li nexweşxaneyê gotine, komkujiyeke 'hovane' hatiye kirin. Wê demê mirov di nava xwe de axivîne ku bê zarokên malbata Şenyaşarê û bavê wan çawa hatine kuştin. Lê mixabin ji ber tirsa li welêt hin şahidan newêribû li bara darazê şahidiyê bikin. Ev jî kêmasiya me ye, me mirov qaneh nekirin ji bo şahidiyê. Em wisa bawer dikin ku hemû şahid divê daxilî nava vê dozê bibin. Ev êriş tenê li hemberî malbata Şenyaşarê nehatiye kirin, dibe ku sibê bê serê her kesî jî."    ERKANA DEWLETÊ JÎ ŞAHID E   Karataş destnîşan kir ku di heyameke wisa de ku rêxistinên tenduristiyê ji bo qanûna tahdeya di tenduristiyê de bê çêkirin têdikoşiyan li "tenduristiyê komkujiyek çêbûe" û got: "Em dixwazin hemû şahidên hestiyar tiştên dizanin bibêjin. Emîne Şenyaşar ku 4 sal in şîna xwe daneniye 426 roj in nobedê digire. Ji bo hemû kesên doza edaletê dikin bû mînak. Em wisa bawer dikin ku dê vê lêgerîna wê ya edaletê heya edaleta rasteqîn pêk bê bidome. Lê lezandina vê pêvajoyê di dest me de ye jî. Em dizanin ku roja komujî çêbû wezîr, walî, polîs û serbijîşkê nexweşxaneyê jî nexweşxaneyê bûn. Ev kes dikarin bibin şahid li dadgehê. Edaleta civakî ancax bi vî awayî dikare pêk bê."    BANGAWAZÎ   Karataş ku got "şirîkên komkujiyê jî hene" di berdewama axaftina xwe de got: "Kesên malbataê ji nedîtî ve tên û kesên li Rihayê dibêjin 'em xwedî wijdan in' şirîkên vê komkujiyê ne. SES ji roja ku komkujî çêbûye heya niha alîgir e. Alîgiriya wê alîgiriya wijdanî ye. Di ser komkujiyê re wextek derbas bû. Kesên li wir bûn şahidê vê komkujiyê, divê rûreşiyekê ji zarokên xwe re nehêlin. Werin em bibin dengê vê qîrîna ji bo edaletê. Bila ser vê komkujiyê neyê girtin, em pêşî li ber hin komkujiyan bigirin. Ger doza Şenyaşarê neyê zelalkirin tê ewleyiya tu xebatkarê tenduristiyê tune be."    MA / Emrûllah Acar